20:22 22 Hezîran 2018
John McCain

McCain: Qumara Obama ya rojhilata navîn bû sedema aloziyê

© AP Photo / Kevin Hagen
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Senatorê Arîzona yê Amerîkayê John McCain destnîşan kir ku qumara ku Obama li rojhilata navîn lîst bû sedema aloziyan.

Amerîka ji bo Îranê sepandinên nû anîn
© Sputnik / Vitaliy Podvitski
Navenda Nûçeyan - Senatorê Arîzona yê Amerîkayê John Mc Cain destnîşan kir ku qumara ku rêvebiriya Serokê Amerîkayê Barak Obama li rojhilata navîn lîst bû sedema aloziyan.

Senatorê Komarparêz McCain di rûniştina Lijneya Xîzmetkarên Çekdar ya strateji û polîtîkaya rojhilata navîn de axivî û rexneyên tund li rêvebiriya Obama kirin.

McCain di axaftina xwe de got, Obama ev du dewran li ser rêvebiriya Amerîkayê ye û hebûna xwe li rojhilata navîn winda dike û ji bo ewlehiya dewlet û aramiya herêmê hisabên şaş dike. Û ev qumara mezin li rojhilata navîn bû sedema aloziyê.

Em nikarin bêjin DAIŞê winda kiriye

John McCain di berdewamiya axaftina xwe de got, ji havîna 2014an ve êrişên hewayî li ser DAIŞê têne kirin, lê em nikarin bêjin DAIŞ têk diçe û em bi ser dikevin. Her çikas rêxistin di bejê de qadê winda bike jî li Iraq û Sûriyeyê hêza xwe diparêze. DAIŞ ji Iraq û Sûriyeyê niha berê xwe da welatên Afganîstan, Libya, Yemen, Misir û cihên din û li wir çalakiyan dike.

Bi heman mijarî:

Amerîka ji bo Îranê sepandinên nû anîn
Chomsky: 'Amerîka dê li hemberî êrişên Tirkiyayê yên li dijî kurdan bêdeng bimîne'
Amerîka, li Tiflîsê çekên biyolojik çêdike
Amerîka: 'Artêşên Rûsya û Çînê bi me re ketine reqabetê'
Amerîka: Erdogan dixwaze bibe Siltanê Osmanî yê nû
Etîketan:
Senatorê Arîzona yê Amerîkayê, John Mc Cain, Sûriye, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de