22:30 23 Tebax 2017
Zindî
    Alayên Rûsya û Amerîkayê

    Rûsya û Amerîka li ser beşdarbûna PYDê ya li Cenevreyê li hev nakin

    © Fotolia/ KLimAx Foto
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 110032

    Rûsya û Amerîka ji bo guftûgoyên aştiyê yên ji bo bidawîanîna şerê navxweyî ya Sûriyeyê li ser beşdarbûna PYDê li hev nakin.

    Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mistura ji bo Sûriyê diyar kir, guftûgoyên aştiyê yên ji bo bidawîanîna şerê navxweyî ya li Sûriyê di 25ê Berfênbara 2016ê de li Cenevre ya Swîsreyê destpêbikin. Lê Amerîka û Rûsya heta niha li ser aliyên ku tevlî guftûgoyan bibin li hev nekirine.

    Staffan de Mistura ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û hevpîşeyê wî yê rûs Sergej Lawrow daxwaz kiriye ku li ser aliyên ku tevlî guftûgoyan bibin li hev bikin. Bi vê mebestê Mistura ji herdu wezîrên derve xwestiye ku roja çarşemê Cenevreyê bo guftûgoyên bicivin.

    Amerîka dixwaze ku dijberiya sûriye bi yek şandeyekî tevlî guftûgoyan bibin, ku endamên vê şandê jî ji aliyê ‘Konseya Bilind'a di 8ê Rêbendana 2015an li Riyada Erebistana Siûdî hat damezrandin ve bê diyarkirin.

    Li aliyê din Rûsya dixwaze ku komên din yên dijberî jî tevlî guftûgoyan bibin, di serî de kurd bi nûneratiya PYDê beşdar bibin.

     

    Bi heman mijarî:

    Artêşa tirk hêzên xwe li sînorê Rojava kom dike!
    Parlamenterê Kurd: ‘Bi riya teqînan Kurdistanê tijî erebên sunî dikin’
    Zirara Tirkiyeyê ji ambargoya Rûsyayê gihîşt 12 milyar dolaran
    Melayê Mizgefta Eqsayê: 'Kurd û filistînî di bin zext û zoriya dagirkeran de ne'
    Kurdan û Parlamenterên Rûsyayê dewleta tirk şermezar kirin
    Etîketan:
    nûnerên muxalif, Erebistana Siûdî, şerê navxweyî, Sûriye, Cenevre, PYD, Rûsya, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Neteweyên Yekbûyî, Staffan de Mistura, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de