09:47 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Êrişa Libyayê

    Li Libyayê êrişî akademiya polêsan kirin: 50 kuştî û 100 birîndar

    © Foto: Twitter/ Nadia Ramadan
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 704 0 0

    Li Libyayê li bajarê Zlîtanê bi wesayîta bombekirî êrişî êrişî akademiya polêsan ya perwerdeyê kirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî zanyariyên pêşî, di encama êrişê de 50 kes kuştin û 100 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî ajansa Reutersê ku dispêre Waliyê Zlitenê û ragihand di êrişa komkujî de herî kêm 40 kes hatin kuştin.

    ​Ji aliyê din ve ajansa AFPê agahiyên xwe spartin çavkaniyên herêmî û destnîşan kir ku di êrişa wesayîta bombekirî ya ku li dijî akademiya polêsan hat kirin de 50 kesî jiyana xwe ji dest dan.

    Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî rayedar ji nexweşxaneyan ji bo birîndaran banga xwînê dikin.

    ​Heta niha tu rêxistinan êrişa komkujî negirtiye ser xwe.


    Bi heman mijarî:

    DAIŞê, li Libyayê bajarê dîrokî bi dest xist
    FLAŞ ÎDIA - Bexdadî ji Tirkiyeyê çû Libyayê
    Qeraxên Libyayê di bin kontrola DAIŞê de ye
    Etîketan:
    Artêşa Libyayê, Zliten, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de