11:06 20 Tebax 2017
Zindî
    Wênedanka Sûrê: Bangewazî ji bo huzûrê **************

    Nûçegîhanê rojnameya Tîmesê: ‘Navçeya Sûrê herêma şer e'

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Nûçegîhanê rojnameya Tîmes ê Hannah Lucinda Smith got: ‘Navçeya Sûrê herêma şer e herwiha şer û pevçûnên ku niha li Sûra Amedê diqewime şiband destpêka şerê li Sûriyeyê.'

    Navenda Nüçeyan — Nûçegîhanê rojnameya Tîmesê Hannah Lucinda Smith şer û pevçûnên ku niha li Sûra Amedê diqewime şiband şerên navxweyiya Sûriyeyê û got: 'Destpêka şerê Sûriyeyê jî wiha dest pê kiri bû. Ji despêka qedexeya derketina ji malan ya Sûrê û heya niha 20 hezar kesan ji vir koç kirine.'

    Lucinda Smith ragihand: ‘Her roj dengê çek û topan ji Sûrê xilas nabe. Li nevenda Sûrê qedexeya derketina ji malan heye, li her kolanên Sûrê noqteyên ewlehiyên hatine avakirin, barikat û xendeq hene, kesên ku koç nekirine jî nikarin ji malen xwe derkevin. Taksîvan jî naxwazin ku herên vê herêmê

    Lucinda Smith diyardike welatiyên Amedê jî edî hînê rewşa hanê bûne herwiha dema ku li kolanan derbas dibin denge çek û topan wan natirsîne û karên xwe yê rojane re eleqedar dibin.

    Nûçegîhan Lucinda Smith ragihand, Şerê niha ku li Sûrê dewam dike dişibe şerê navxeyiya Sûriyeyê ku di destpêkê de çawa rû dabû.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê şer: Çawîşekî pispor hate kuştin
    Li Sûrê polêsekî tîm hate kuştin
    Li Sûrê leşkerekî Artêşa Tirkiyeyê hat kuştin
    Li navçeya Sûrê jinek bi roketavêjê hat kuştin
    Li Sûrê çend teqînên li dû hev: 11 leşker birîndar in
    Nasnameya zarokê li Sûrê qetilkirî diyar bû
    Etîketan:
    rojnameya Times, Sûr, şer û pevçûnên, qedexeya derketina derve, Amed, Rojnameya TIMES, Hannah Lucinda Smith, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de