04:50 23 Mijdar 2017
Zindî
    Lezgîn Botan

    TAYBET - Parlementerê HDPê: ‘Êdî Rûsya li Rojhilata Navîn hêzeke mezin e'

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Parlementerê HDPê Lezgîn Botan anî ziman ku Rûsya êdî li Rojhilata Navîn bûye hêzeke mezin û bang kir ku bila Rûsya rasterast çekan bide YPGê.

    Cesîm Îlhan

    Enqere - Parlementerê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan derbarê mijarên rojevê de Ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Lezgîn Botan diyar kir ku Rûsya dewleteke bê minet e û got: ‘Rusya hem di nav polîtikaya navnetewî de hem jî li Rojhilata Navîn hêzeke mezin e û ji nû ve sazkirina Rojhilata Navîn de xwediyê peywîreke girîng e.'

    Botan got: ‘Divê herkes qebûl bike ku Rûsya li Rojhlata Navîn hêzeke mezin e û bi minet e. Rûsya berjandiyê xwe yê li Rojhilata Navîn li ser Sûrî de pêk tîne. Ev ji bo wê stratejiyeke girîng e. Di pêvajoyeke wiha de li Sûriyê Amerîka û alîgirên wê xwestin dîzayneke nû sazbikin. Lêbelê Rûsya neçar e ku berjewendiyên xwe yên li wir biparêze.'

    KURD BERÊ XWE DANE RÛSYAYÊ

    Botan diyar kir ku Rûsya êdî bi gelê kurd re pêywendiyên siyasî û çekdarî datîne û got: ‘Kurd berê xwe dane Rûsyayê.'

    Botan wiha axivî: ‘Rûsya niha li DAIŞ û El Nûsrayê dixe ku ev rêxistinan dijminê kurdan in. Çawa ku birêz Pûtîn jî îfade kiribû, hêzên kurd yên bi qehremantî li hemberî DAIŞê şer dikin bala Rûsyayê kişandibû.'

    BILA RÛSYA RASTERAST ÇEKAN BIDE YPGÊ

    Botan got: ‘Em weke HDPê dixwazin ku bila Rûsya ji rê û rêbazên cûda na bila rasterast çekan bide YPGê.'

    Botan diyar kir ku DAIŞ hem ji bo Rûsyayê û hem jî ji bo Kurdistanê dijmeneke hevpar e û Rûsyay jî xwediyê hêz û aboriyeke mezin e, eger çekan rasterast bide YPGê wê weke partiyê pir kêfxweşbin.

    Lezgîn Botan destnîşan kir ku li Moskovayê vekirina nûnertiya PYDê hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo pêywendiyên navbera gelê kur-rûs de gelek girîng e.

    Botan wiha dawî li axavtina xwe anî: ‘Ev hemû pêşveçûyînên hanê ji bo gelê kurd û Rûsyayê  girîng in. Di vê pêvajoyê de êdî Rûsya jî hêza kurdan qebûl dike. Li Moskovayê konferandek hat lidarxistin û ji partiya me jî hin hevalên me beşdar bûn. Derbarê gelek mijarên girîng de pêywendiyên me çêbûn. Divê Rûsya çawa ku bi PYDê re pêywendiyan datîne, bi YPGê re jî dayne.'

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Parlamenterê HDPê: Kurd bi Xweseriya Demokratîk naxwazin ji Tirkiyeyê veqetin
    Kurd gaz û petrola Kurdistanê li forûmeke cîhanî nîqaş dikin
    Etîketan:
    YPG, HDP, PYD, Lezgîn Botan, Enqere, Rojava, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de