17:57 13 Kanûn 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fraksyona Demokratên Çepgir Andreas Schider

    Barzanî: 'Qeyrana aborî û mesrefên penaberan giran in; alîkariya me bikin'

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 01

    Bi serokatiya Serokê Fraksyona Demokratên Çepgir Andreas Schider şandeyeke parlamenterên awustiryayî hatin serdana Herêma Kurdistanê û digel rayedarên kurdistanî re civiyan.

    Hewlêr — Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh (17.11.2015) li bajarê Hewlêrê pêşwaziya şandeyeke parlamenterên Awustiryayê kir û di civîna digel wan de daxwaz ji şandeya mêvan kir ku di avadankirina Şengalê de alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.

    Şandeya Parlamentoya Awustiryayê ji bo rizgarkirina Şengalê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir, berxwedana Pêşmergeyê Kurdistanê bilind nirxand û ji bo pêşwazîkirin û hewandina hejmara zêde ya koçber û penaberan sipasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

    Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî sipasî û qedrzaniya mêvanên xwe yên awustiryayî kir û di civîna ligel wan de daxwaz kir ku welatên Ewropayê û civaka navneteweyî di warê avadankirina Şengalê de alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.

    Barzanî sedema vê daxwaza xwe sparte qeyrana aborî ya li Herêmê û zêdebûna mesrefên hewandina koçberan.

    Di vê civînê de têkiliyên navbera Kurdistan û Awustiryayê, navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa herêmî bi giştî û rewşa Suriyayê jî bi taybetî hatin nirxandin.

    Bi heman mijarî:

    Operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dike
    HPG: ‘Em ê bi heybetî bersivê bidin êrîşên dewleta tirk'
    Barzanî: 'Axa Kurdistanê ne cihê Heşda Şeibî ye'
    Li Moskovayê hişyariya bombeyê
    Rûsya: ‘Me çavkani yên petrolê yê DAIŞê îmha kir'
    DAIŞê wêneyê ‘bombeyê ya balafira rûsî xistiye' weşand
    Wezîrê Rûsyayê: 'Bersiva FIFAyê ya ji bo temaşevanên tirk dê gelekî cidî be'
    Kongreya Amerîkayê: Divê em rasterast çekan bidin pêşmerge
    Etîketan:
    Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de