05:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Îraq-Heşda Şeibî

    Heşda Şeibî çawa hate Kurdistanê û budçeya wê çiqas e?

    © AFP 2017/ Mohammed Sawaf
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 20

    Li ser pêkhatina Heşda Şeibî de xwendevanê kurd kêm agehdar e; sedema wê jî kêmasiya analîzên li ser vê rêxistinê ne. Spûtnîk Kurdistan bi analîzeke destpêkî vê valahiyê tijî dike.

    ANALÎZ — Helbet pêkhatina her rêxistin, dezgeh, sazî û dewletê girêdayî hinek şert û mercan e. Herêma Kurdistanê ya ku heta demeke nêzîk wekî ‘devera hera ewle' ya Rojhilata Navîn bû ji nişkê ve vegeriya eniyeke şer. Ji ber vî şerê pêkhatî jî hinek rêxistinên parastinê derketin holê. Ji bo pêkhatina Heşda Şeibî nivîskarê kurd ê Herêma Kurdistanê Hêmin Ebdulah wiha dibêje:

    ‘Dema şerê DAIŞê derket, pêwistiya Pêşmerge li Germesêr û deverên din ên Kerkûkê bi alîkariya Heşda Şeibî û hêz û komên din hebû, ji bo ku nehêlin DAIŞê bikeve Kerkûkê. Lê niha li şûna ku milîsên şîe alîkariya Pêşmerge bikin serê Pêşmerge dêşînin.

    Ev demeke dirêj e ku Herêma Kurdistanê di bin gemaroya hikûmeta Iraqê ya navendî de ye û nikare budçeya xwe ya terxankirî wergire. Derbarê sedema vê yekê de Rayedarê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, Ehmed Hacî Reşîd ji Rûdawê re wiha dibêje: Çaresernebûna arîşeya bûdceya Pêşmerge, kêmasiya wezîr û parlamenterên kurd ên li Bexdayê ye çunkî heta niha fraksiyonên kurd xwedanê tu stratejiyeke hevbeş nebûne.

    Heşda Şeibî ya ku ji bo parastina Kurdistanê hatibû dikare budçeya xwe wergire û karmendên Kurdistanê bi xwe nikarin mehaneyên xwe wergirin; li ser vê yekê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re li hev jî xistin.

    Li gorî agehiyên berdest budçeya salekê ya Heşda Şeibî, trîlyonek û 301 milyar û 242 milyon û 388 hezar dînar hatiye hesibandin ku dike zêdetirî milyarek dolarî dike.

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: Dibêjin cîhan bibe dojeh jî em bi Rûsyayê re naxebitin
    Pûtîn ji bo tekoşîna li dijî terorîzmê gavên nû diavêje
    Li Nîjeryayê êrişa komkujî: 32 kes hatin kuştin
    Li Parîsê operasyon: Komkujekî xwe teqand
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de