18:46 27 Gulan 2018
Kedrî Cemîl

Muxalefeta Sûriyeyê: Em piştgiriya hewldanên Rûsyayê yên Sûriyeyê dikin

© Sputnik / Valeriy Melnikov
Polîtîka
Lînkê kurt
0 0 0

Yek ji serokên muxalefeta Sûriyeyê Muhamed Hîcazî piştî hevdîtinên xwe yên Moskovayê civîneke çapemenî li dar xist û got...

Navenda Nûçeyan — Yek ji serokên muxalefeta Sûriyeyê Muhamed Hîcazî piştî hevdîtinên xwe yên Moskovayê civîneke çapemenî li dar xist û got, em bi kêfxweşî pêşwaziya hewldanên Rûsyayê yên ji bo Sûriyeyê dikin.

Divê daxwaza xweseriyê neyê jibîr kirin

Serokên grûb û muxalifên Sûriyeyê piştî li Moskovayê bi rayedarên rûsî re hevdîtin kirin civîneke ajansî ya navneteweyî saz kirin. Serokê heyeta kom û grûbên muxalif yên sûriyeyî Qedrî Cemîl derbarê hevdîtinê de ragihand ku, Rûsyayê li me pêşniyar ku di nava 18 mehan de make qanûneke dê bê çikirin. Ev tenê pêşniyar bû, lê divê di civîna Viyanayê ya ji bo Sûriyeyê de reforma make qanûnî bê nirxandin.

Qedrî Cemîl di berdewamiya axaftina xwe de got, li Sûriyeyê rewş tim diguhere. Divê rêvebiriyeke li gorî deme û pêwistiya siyasî bê saz kirin û divê em daxwaza Xweseriyê ji têxin nava make qanûnê. Gerek hemû kom û grûbên muxalif tevlî hevdîtinan bibin û tu kes neye der kirin. Û em hevî dikin hemû aktoren desthilatdar yên biyanî di civîna Viyanayê de li hev bikin.

Bi heman mijarî:

Selahat Demirtaş teklîfa îstîfakirinê li HDPê kir
Ji Şahciwana rûsî provaya cil û bergan
Pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê: 'DAIŞ tenê li riya revê digere'
Encamên fermî yên hilbijartinên 1ê Mijdarê eşkere bûn
Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 11 kes hatin binçavkirin
Etîketan:
Muxalefeta Sûriyeyê, Qedrî Cemîl, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de