18:30 20 Tebax 2017
Zindî
    Cemil Bayik

    Cemîl Bayik: ‘HDP serkeftî ye'

    © AFP 2017/ BULENT KILIC
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 44311

    Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya îro de derbarê encamên hilbijartinê de nirxandinên xwe anî ziman û got: ‘HDP serkeftî ye'

    Navenda Nûçeyan — Çend beşên ji nivîsa Cemîl Bayik ku di Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de hatiye weşandin wiha ye:

    ‘Encamên hilbijartinên 1ê mijdarê tên guftûgokirin. Eger polîtîkayên AKPê yên ji 7ê Hezîranê heta 1ê Mijdarê neyên analîzkirin û bêyî vê yekê encamên hilbijartinên 1ê Mijdarê werin guftûgokirin wê ev yek were wateya çavgirtina li rastiyê. Ji xwe hilbijartinên 1ê Mijdarê ji bo jiholêrakirina encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê pêk hatin.'

    ‘Ev zelal e ku ne di atmosfera hilbijartinê de, di atmosfera şerekî yekalî yê hat meşandin de hilbijartinên 1ê Mijdarê pêk hatin. Partiyên derveyî AKP'ê kampanyaya hilbijartinê nikaribûn bimeşînin; her wiha bi êrîşa li dijî gelê kurd û HDP'ê hat xwestin ku encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê ji holê rakin.'

    HDPê serkeftineke mezin bi dest nexistiye. Ji xwe di rewşa van êrişên giran û zextan de ne mimkûn bû ku HDP karibe serkeftineke mezin bi dest bixe. Lê belê nîşandana ku HDP neserfketî ye jî şaş e. Dikare were nîşandan ku di kampanyaya hilbijartinê de hin kêmasî, hin lawazî hebûn lê belê nikare were gotin ku neserkeftî ye.'

    ‘Sûcdarkirina Tevgera Azadiya Kurd polîtîkayeke şerê taybet e. Eger hebûn û berxwedana Tevgera Azadiya Kurd nebûya di atmorfera van êrîşan de ji sedî 5 jî nedihat standin. Li cihên ku Tevgera Azadiya Kurd lê bi bandor e li her derê herî kêm bidestxistina ji sedî 60ê dengan vê rastiyê dide fêmkirin.'

    Bi heman mijarî:

    Cemîl Bayik derbarê hilbijartinên 1ê Mijadarê de axivî
    KCKê biryara agirbestê rakir
    KCK: ‘AKP wê şer girantir bike'
    Etîketan:
    KCK, AKP, HDP, Cemîl Bayik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de