02:40 17 Tebax 2017
Zindî
    Dr . Mehmûd Osman

    Mahmût Osman: ‘Divê hikûmeta Başûr û Amerîka zextê li AKPê bikin'

    © Foto: Facebook
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Siyasetmedar Mahmûd Osman got: ‘Divê dewleta Tirk li 'pêvajoya çareseriyê' vegere û hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amerîka ji bo vê yekê zextê bikin.'

    Navenda Nûçeyan — Siyasetmedar Mahmûd Osman ji anfê re axivî û derbarê rojevê de nirxandinên xwe anî ziman.

    Osman, hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Ferîdûn Sînîrlîoglû yên li Hewlêrê nirxand û got: Sînîrlîoglû, berovajiyê Erdogan û Davûtoglû peyamên girîng da. Lê em bi siyaseta dewleta Tirk dizanin. PKK û YPGê weke 'terorîst' dibîne. Lewma dibe ku tu bersiveke xwe ya van peyamên nerm tinebin. Ya girîng pêkanîna van mesajan bibe pratîkê. Em li bendê ne ku encamên hilbijartinê ji bo pêvajoya çareseriyê çêtir werin nirxandin. Ya ku divê were kirin, dijminatiya li kurdan, PKK û YPGê nîne. Ya divê bê kirin çareseriya pirsgirêkan bi diyalogê ye."

    Osman da zanîn ku Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkan her tim diyalog û muzakere esas girtiye, niha jî eger hewldaneke bi vî rengî were kirin, ew bawer e ku wê bersiveke erênî bide û got: ‘Her kes dizane ku Ocalan timî ev rêbaz esas girtiye. Daxuyaniyên Erdogan û Davûtoglû yên 'heta dawiyê şer' bi xwe re çareseriyê nîne. Ji ber vê yekê divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Amereîka ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêbazên demokratîk zextê li dewleta Tirk bikin.'

    Bi heman mijarî:

    ‘AKP dê polîtîkayên întîqamê bimeşîne'
    Mesut Yegen: Projeya AKP'ê ya bêyî Ocalan û Qendîlê dê têk biçe
    Etîketan:
    PKK, Mehmût Osman, Amerîka, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de