08:09 24 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Demirtaş: "Partiya me pişta xwe nade PKK'ê."

    © AFP 2017/ STRINGER
    Polîtîka
    Lînkê kurt
    0 19210

    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ragehand ku çek û siyaseta demokratîk li nav hev de nabe û got: "Partiya me pişta xwe nade PKK'ê."

    Demirtaş - komkujiya enqerê
    © Foto: HDP Basın Bürosu
    Navenda Nûçeyan — Selahattin Demirtaş li paytexta Brîtanya Londonê bersiva pirsên beşa Tirkî ya BBC da û got ew di navbera Qendîl, Îmralî û rûdanên netewperest ên li Tirkiyê de nehatine guvaştin û got: "Em polîtîkaya dewletê ya bi zext û guvaşê û bi zora çekan desthilata ser siyasetê qebûl nakin. Heman awayî çalakiyên PKK'ê jî qebûl nakin. Tişta zorê dide me şer bixwe ye." 
    Demirtaş diyar kir ku ew hêvîdikin pêvajoyek nû destpê bike û PKK jî çekan dayne û herwiha hevdîtinên aştiyê jî bi awayek aşkere û zelel bêne kirin, parlamen jî di nava danûstandinan de be. 
    Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş destnîşan kir ku ji bo PKK çekan dayne pêwîstî bi yasayan heye û divê ev yasa jî ji parlamenê derbikeve. 

     

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş Nûnerê YNKê Gelalî pêşwazî kir
    Demirtaş: 'Destên dewletê bi xwîn e'
    Demirtaş: Ez ji bo agirbestê hêvîdar im
    Demirtaş DÎHAyê ziyaret kir
    Demirtaş: ‘Ez ne mecbûr im guhdariya Erdogan bikim'
    Etîketan:
    BBC, HDP, Selahattin Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de