04:24 22 Hezîran 2018
Konstantîn Kosaçev

Rûsya: Tevgerên Tirkiyeyê yên li hember kurdan yek ji sedemên daxuyaniya Çavûşoglû ye

© Sputnik / Alexander Shalgina
Nûçe
Lînkê kurt
0 40

Serokê Komîteya Têkiliyên Navneteweyî ya Konseya Federal a Rûsyayê Konstantîn Kosaçev bersîv da wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû ku welatên Ewropayê bi `jibîrkirina Kirimê` tawanbar kiribû û gotibû ku `Ji aliyê Rûsyayê ve îlheqa Kirimê nenasin`.

Konstantîn Kosaçev  destnîşan kir ku ew daxuyanî xizmeta başkirina têkiliyên Moskow û Enqereyê nake û got: ` Têkilî pêwist e bi konjûktûra derve re girêdayî nebin û li ser esasê berjewendiyên neteweyî yên herdu welatan bin`.

Çavûşoglû welatên Ewropayê bi `jibîrkirina Kirimê` tawanbar kiribû û careke din destnîşan kiribû ku Enqere bi Rûsyayê ve girêdayîna Kirimê nas nake.

Konstantîn Kosaçev li ser wê daxuyaniyê dîyar kir ku `Tirkiye ji ber du mijaran di bin guşara Rojava de ye: Pêwistiya li welêt pêkanîna reformên sîyasî û tevgerên li hember kurdan li Sûriyeyê. Em wisa dihesibînin ku daxuyaniya wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê ji ber wan guşaran manewraya ku bala Rojava bikşîne li ser Rûsyayê ye.

 

Bi heman mijarî:

Tirkiye: Rûsyayê Kirim îlhaq kiriye
BBCyê 'qebûl kir' ku Kirim perçeyekî Rûsyayê ye
Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî
Kirim: Helwesta Tirkiye ya di derbarê statuya me de wê biguhere
Parlementerê brîtanî: Kirim beşeke Rûsyayê ye
Kremlinê ji bo planên DYAyê ên 'Kirim', 'Donbass' û 'mueyideyan' daxuyanî da
Etîketan:
Kurd, Ewropa, Kirim, Enqere, Moskow, Konstantîn Kosaçev, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de