22:53 21 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

Pûtîn: Projeyên li Kurdistana Iraqê ji bo pêşvebirina têkiliyan hatine arastekirin

© Sputnik /
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di çaroveya bernameya Xeta Yekser a îro hatî sazkirin de ragihand ku hemû projeyên li Iraq û Kurdistana Iraqê yên bi beşdariya Rûsyayê têne dabînkirin, qanûnî ne û ji bo pêşvebirina têkiliyan hatine arastekirin.

Pûtîn rêkeftinên di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketa rûsî Rosneftê hatinî imzakirin jî şîrove kir û wiha got: "Em piştgiriyê didine têkiliyên bi desthilata li Bexdayê û hemû planên me yên li Iraqê û Kurdistana Iraqê. Em dihesibînin ku projeyên me yên bi wan re têne dabînkirin qanûnî ne û xwedî perspektîv in. Ew proje ne ji bo wê yekê hatine arastekirin ku em tev li konflîktan bibin û yan jî konflîktên li Iraqê gur bikin. Berovajî, hemû projeyên me ji bo wê yekê hatine arastekirin ku bi Iraq û Kurdistana Iraqê re hevkariya xwe pêşvetir bibin".

Pûtîn destnîşan kir ku têjiliyên Rûsyayê yên bi gelê kurd re dîrokî ne û her tim têkiliyên baş bûne û got:"Em li hember behremendî û hewlên dabînkirina mafên xwezayî yên gelê kurd rêzê digirin. Em fam dikin û dibînin ku li Iraqê çi diqewime. Em biryara di referandûmê de hatî dayîn jî dibînin. Em dibînin ku ew biryar li Kurdistana Iraqê di çarçoveya Iraqa yekbûyî de bi awayeke rêkûpêk têne dabînkirin".

Bi heman mijarî:

Gelo sererkanê Rûsya û DYAyê bo hevdîtina Pûtîn-Trump dicivin?
Pûtîn: Çîn şirîkê me yê herî mezin ê bazirganiya derve ye û dê wisa bimîne
Komedyenê skoçî dixwaze bi pûtîn re gulaşeke 'erotîk' bike
Pûtîn tîmên favorî yên Kûpaya Cîhanê eşkere kir
Ger Pûtîn nebûya serokê dewletê dê çi kar bikira?
Etîketan:
Bernameya Xeta Yekser, Pûtîn, Kurdistan, Vladîmîr Pûtîn, RÛsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de