13:29 23 Hezîran 2018
Rusya petrol - Rosneft

Iraq dihesibîne ku rêkeftina Rosneftê ya bi Herêma Kurdistanê re derqanûnîye

© Sputnik / Maxim Blinov
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Balyozê Iraqê yê Rûsyayê Heyder Mansûr Hadî li Moskowê ji rojnamevanan re ragihand ku rêkeftina di navbera Rosneft û Herêma Kurdistanê de hatî imzakirin derqanûnî ye û tenê hikûmeta Bexdayê xwedî maf e ku rêkeftinên bi wî awayî imza bike.

Balyozê iraqî her weha destnîşan kir ku rêkeftina di navbera şîrketa rûsî Rosneft û Herêma Kurdistanê de hatî imzakirin tu bandorên neyênî li têkiliyên Rûsya û Iraqê nake û got: `Em piştgiriyê didine xebatên LUKOIL û Gazprom Neftê, ku herdu şîrket jî anegorê qanûnên Iraqê kar dikin`.  

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi rêya Wezîrê Samanên Siruştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî li Rûsyayê  di çarçoveya Forûma Aborî ya Saint Petersburgê ligel şîrketa petrolê ya rûsî Rosneftê rêkeftinek imza kiribû.

Rosneft û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya rêkeftina hatî imzakirin de, planeke geşedana bazirganiya gazê ya li Herêma Kurdistanê amade dikin. Yek ji xalên giring ên rêkeftinê, li Herêma Kurdistanê avakirin û bikaranîna xeta boriyên gaze ye.

Bi heman mijarî:

Rosneft 2.1 milyar dolarê da herêma Kurdistranê
Reuters: Rosneft Kurdistanê û Iraqê nêzîkî hev dike
Wezareta Petrolê ya lraqê: Şirketa Rosneft dikare li Kerkûkê kar bike
Rosneft, dê li Venezuelayê du qadên gaza xwezayî bide şixulandin
'Rosneft û Gazprom xebatên li Kurdistanê ranawestînin'
Ji Iraqê bo peymana Rosneft û Kurdistanê daxuyanî
Rosneft ji % 60-70 tewaya nefta Kurdistanê ya ji bo eksportê dikire
Rosneft: Em bi biryarin li Herêma Kurdistanê û Iraqê kar bikin
Etîketan:
Bertek, Iraq, Peyman, Herêma Kurdistanê, Rosneft, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de