19:12 23 Hezîran 2018
ala pakistanê

Serokwezîrê Pakistanê yê nû: Nasirul Mulk

© REUTERS / Cathal McNaughton
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dadgeha Mezin yê berê Nasirul Mulk, wek serokwezîrê pêvajoya hilbijartinê Pakistanê hat wezîfekirin.

Serokwezîrb Şahid Hakan Abbasi di civîna xwe ya bi çepemeniyê re de ragihand ku "em bi partiya muxalefetê re li gelek navan sekinîn di dawiyê de me li ser navê Nasirul Mulk biryar da."

Serokê Partiya Muxalefetê Hurşid Şah jî di heman civînê de destnîşan kir ku "em kêf xweş in ku ji bo Pakistanê diçin hilbijartineke nû û ji bo vê pêvajoyê jî me wek serokwezîr biryara Nasirul Mulk da, em bawerin ku wê vê pêvajoyê baş li rê bihere. Kesekî paşeroja wî temîz e.

Pakistan wê di 25ê meha were de biçe hilbijartinê heta wê çaxê wê Nasirul Mulk serokwezîrtiya Pakistanê bike.

Bi heman mijarî:

Pakistan: Amerîka, bi devê Hindistanê diaxive
Piştî sucdarkirina Trump Çînê Pakistan parast: Têkoşîna dij terorê de hewleke mezin dan
'Divê Pakistan tekoşîna milîtan û rêxistinên dijterorê zêde bike'
Etîketan:
ala pakistanê, Serokwezîr, pakistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de