04:25 22 Hezîran 2018
Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

Revandina keçekê bû sedema şerê eşîran: 2 jê polîs 17 birîndar

© Sputnik / Sertaç Kayar
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Hat raginhandin ku li bajarê Erziromê di navbera endamên du eşîran de ji ber revandina keçekê şer derket û di encama şer de 17 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest, li navçeya Yakûtiye ya Erziroma Tirkiyeyê xortekî keçikek revand. Ji ber di dema revandinê de serê keçikê hatiye şikand, di navbera malbata xort û keçikê şer derket û paşî endamên eşîreta herdu aliyan jî tevlî bûn.

Li gor agahiyan zêdetirî 200 kesî bi dar û çekan li hev xistine û polîsan bi TOMAyan destwerdana bûyerê kirin. Di encama pevçûnan de 2 jê polîs 17 kes birîndar bûn û gelek kes jî hatine desteserkirin.

Hêzên ewlehî ji bo rê li ber aloziyan bigre herêma ku eşîr lê dijîn dorpêç kiriye.

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu: Em ê teşkîlatekê çêkin ku ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê pêk tê
Tirkiye: Dibe em bersivê bidin Amerîkayê
Piştî rageşiya Îsraîl û Tirkiye, pêşniyara nasîna dewleta Kurdistanê li Knessetê ye
Îmaret: Armanca me ya sereke derxistina Tirkiye û Îranê ji Rojhilata Navîn e
Etîketan:
Li Erziromê şer, Erzirom, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de