18:08 21 Gulan 2018
    Alîgirên tîma neteweyî ya Perû

    Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Perû

    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Alîgirê (hezkirê) bi xwedî staja (tecrûbeya) 40-salan, nivîskarê ajansa Spûtnîk Olêg Dmîtriyêv pêşniyara nêyrandina ne bi çavên `ansîklopedî` li tîmên welatên beşdarvan ya `mundialya rûsî` dike. Ev gotar derheqa tîma Pêrû ye, beşdarvana Grûpa C.

    Tevî  hemû şikestinan  û zehmtiyên  di  aboriyê de perûyî  hewil didin  fûtboleke kombînasiyon û  bi awayekî ne bi lez bilîzin. Beşdariya di `Şampionata Rûsyayê` ji bo tîma Başûrê Amerîkayê tiştekî tesedûfîye. Her çend hine kes li ser vê mijarê  cûda difikirin. Mesela wan di virde ye, hemû serkeftinên tîmê bi maçên bi gûman, kû hinekî navê perûyan  xiravkirin  `tevlêhevdibûn`. 

    Perû li dijî leşkeran
    Yekîneya Perû ya salên 70-î gelek kesan heyîr dihîşt. Zîrektiya wan, birêvebirina topê, azwerîya Amerîka Başûr. Tevî wê, Teofîlo Kûbîliyas, mîrovê girîng di êrîşa tîmê de. Di saya hewildanên wî di sala 1970 de, di Şampîyoniya  Cîhanê de perûyî ketin çarîkek fînalê kû rêdane Biraziliyan. Piştî wê, Kûbîliyan derbazî Ewropayê bû, li wûr bi awayekî serkeftî di nav  tîma `Porta` yê de  dilîst.
    Di sala 1978 Mundeal li Arjantînayê. Perûyî Skotland û Îran  li dû xwe dêhlin û bi tîma Holandayê re encama serbiser(wekhev) destdixin. Kûbîliyas mukemel bû. Ev hêşt kû tîm bikeve etapa duyemîn ya fînalê tevî Arjantîna, Birazîlya û Poloniyayê xelatgira birozayê ya Şampîyonata Cîhanê sala 1974. Perûyan  her sê maçan wendakirin, lê belê  wan yekser  di  tekoşîna ji bo şampîonîyê beşdarî kirin. Mesele ewe kû di wê  şampîonata Cîhanê de, nîv — fînal tunebûn.  Serkeftiyê komê derdikete fînalê, lê tîma `dûyemîn` dikete maça ji bo bironzayê.  Berê tûra dawî aşkere bû: favorîtên sereke – Brazîlya û Arjantîna  leystika  serbiser(wekhev) encam dan, lê ferqa topên  `kanariya` çêtir bû. Ji ber wê çendê, ji bo kû Arjantîna bikeve fînala `malê` ji wan re avêtina çar golan pêwîstbû. Berê û piştî maçê gelek gotegotên ne xweş hatibûn kirin. Digotin, kû gotubêjên veşartî di navbera welatan de hatibûn pêkanîn û leşkerên kû wê demê li Arjantînayê desthilatdarbûn, qaşo perûyan qane dikirin kû  maçê `teslîmbikin`.  Delîlên raste rast yên bi vê buyerê   tunenin. Lê heger hine parçeyên wê maçê tamaşe bikin,  bi  guman dibî:`nifşên înkan` her tim  di parastinê de dereng dimînin. Tevî kû Arjantîna ne bi lez dilîst. Di encamê de  – 6:0 Arjantîna serket lê Perû tenê `eş` kişand. Çar salan şûnda tîma Perû derkete fînala Şampîonata Cîhanê ya Spaniyayê,  wan bi  şampîonên cîhanê yên  pêşerojê  re ango  bi Îtaliyayê wekhev leystin. Lê di maça dûmayîkê de, bi tîma Poloniyayê re leystin encama maçê 5:1 bû, polonî  wan binxistin.

    Şîlî bidin xeydandin û herin Rûsyayê

    Heta niha tîma Perûyê tenê li  Başûrê Amerîkayê dihate naskirin. Leystikvanên herî baş yên  walêt zêde  dernediketin Ewropayê, wan tenê di maçên şampîonatên Amerîka Latînî û di MLS – lîga fûtbolê ya DYA û Kanadayê dilîst. Lê ji bo çûyîna Rûsyayê tîma navborî hemû hêza xwe diyarkir. Leystik pir ne bi şewq bû, lê bi encam bû. Û wûsa çêbû, kû di maça koman ya dawî de bi Kolombîya yê  re  ji `înkan` re pir girîng  bû,  kû  leystikê wendanekin.  Ango wê tîma Şîlîyan  bûçiya Şampîonata Cîhanê ya li Rûsyayê. 15 deqan berê dawiya maçê perûyan  tevî hemû  zehmetiyan encama wekhev bidest xistin. Li Başurê Amerîkayê li  maça han  rexneyên mezin  hate kirin taybetî ji alî  Şîlî. Perûyan  carekê din wek berê sî salan – di lihavkirinê de tawanbar kirin. Lê heger ev gola-bedew tamaşe bikin, baş tê xuyakirin kû ev ne `rapêşîye`. Piştî vê yekê, Perû di maçan de bi aramî Zêlandiya Nû binxist û niha wê li Saranskê li hember Daniyayê, li Eketerînbûrgê li hember Fransayê û li Soçî li dijî  Awistralyayê re bilîze. Kaptanê tîmê Xosê Paolo Gêrrêro nikare ji êkîba xwe re bibe alîkar, ji ber kû ew di mijdara sala 2017 de, ji bo salekî ji maçan hatiye dûrxistin. Ji ber vê yekê, gelek kes li Perû hêviyên xwe bi Cefferson Farfan ve girêdidin,  ji ber kû ew berê vê,  di nav `Lokomotîva`  rûsî ya Moskowayê dilîst, ew  baş dinase çawa li stadîumên Rûsyayê golan bavêje. Û ev tişt  hêviyê dide hezkirên fûtbolê  kû  dibe kû  perûyî `sansasyona rûsî` pêkbînin û firansizan hinekî `bihejînin`.                       

    Bi heman mijarî:

    Kampên tîmên beşdarên Kupaya Cîhanê ya Rûsya-2018an dîyar bûn
    Pêşrewên Zabîvaka: Peresana maskotên Kupaya Cîhanê ya Futbolê
    Li Yekaterînbûrgê Navenda Nasnameyên Layengirên Kupaya Cîhanê 2018 hate vekirin
    Navenda dîrokî ji bo kupaya cîhanê tê amadekirin
    Li Samarayê dema Kupaya Cîhanê dê akol bê qedexekirin
    Serokê FIFAyê: Kupaya Cîhanê ya 2018an ya li Rûsyayê dê şampiyonaya herî baş be
    Danasîna ala û tirêna fermî ya Kupaya Cîhanê 2018
    Etîketan:
    Alîgir, Perû, Futbol, Rûsya-2018, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de