14:19 23 Gulan 2018
    Hindistan

    Li bajarê Varanasiyê pir hilweşiya: 18 mirî û 5 birîndar

    © REUTERS / RUPAK DE CHOWDHURI
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li bakurê Hindistanê pira ser rê (serbihur) hilweşiya, di encamê de 18 kesan canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

    Li gor zanyariyê berdest, li bajarê Varanasî ku dikeve bakurê Hindistanê pira serbihur li ser rêya qelebalix de hilweşiya. Li gor amareyên destpêkê 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Berpirsên herêmî di daxuyaniya xwe de ragihandin ku ji 5 birîndaran rewşa 2 kesan giran e û dibe hejmara miriyan zêdetir bibe. Xebata tîmên lêgerîn û rizgarkirina li cihê bûyerê dewam dike.

    Ji aliyê din ve Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li ser hisabê xwe yê medya civakî ya Twitterê ji bo kesên mirî û birîndar peyamek parve kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hindistan piştgiriya Kurdistanê dike
    Hindistan û Pakistan dibin endamên RHŞyê
    Çînê bi tundî Hindistan hişyar kir: Leşkerên xwe bikşîne
    Li sînorê Hindistan û Pakistanê şer: 3 kuştî û 3 birîndar
    Çîn û Hindistan, daxwaza pergala moşekên S-400î dikin.
    Etîketan:
    Li hindistanê pir hilweşiya, Hindistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de