08:11 25 Gulan 2018
    balafira artêşa sûriyeyê- balafir

    Li başûrê rojava Balafira leşkerî ket: 5 mirî

    © Sputnik/ Mikhail Voskresenskiy
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li başûrê rojavayê libyayê balafireke leşkerî ket, di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest da û kes jî birîndar bû.

    Li gor zanyariyên berdest, balafira leşkerî ya kargoyê piştî firînê li qada petrol a Şerareyê ku 750 kîlometro dikeve başurê rojavayê Trablûsa paytexta Libyayê ket. Li gor agahiyên destpêkê di encama vê bûyerê de 5 kes mirin û kesek jî bi birîndarî rizgar bû.

    Tê gotin di balafira leşkerî de berpirsên teknîkî yên bîrên petrolê hebûne. Berpirsên teknîkî ji ber şer û pevçûnên navxweyî yên Libyayê bi balafir û helîkopteran têne veguhestin.

    Sedema ketina balafira leşkerî nayê zanîn û ji aliyê berpirsên libyayî jî heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Libyayê teqîn: 2 ji wan sivîl 8 kes mirin
    Li Libyayê şer: Herî kêm 9 mirî 21 birîndar
    Li Libyayê milîtanan êrişî çalakvanan kir
    Li Libyayê balafireke şer ket: 4 mirî
    Li Libyayê nêzîkî Konsolxaneya Îtalyayê teqîn pêk hat
    Etîketan:
    Li Libyayê balafira leşkerî ket, Trablus, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de