16:29 20 Gulan 2018
    Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura

    De Mistura: Pêvajoya Astanayê gihaşt sînorên derfetên xwe

    © AFP 2018 / FABRICE COFFRINI
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura ragihand ku pêvajoya Astanayê ji ber lihevnekirina aliyan a li ser hinek mijaran, gihaşt sînorên derfetên xwe. De Mistura her weha destnîşan kir ku guftûgoyên vê formatê înîsîyatîveke baş bû.

    Steffan de Mistura di weşana Radio 4 Today a BBC de wiha got: `Rastî ew e ku înîsîyatîva rûsî gihaşte sînorên defetên xwe. Astana înîsîyatîveke baş bû û wê wisa jî bimîne. Dihate texmînkirin ku ev pêvajo dawî li rageşîya konflîktê bîne, lê em dibînin ku rageşî zêdetir bûye.`

    De Mistura her weha destnişan kir ku platforma ji bo dîyaloga li Sûriyeyê ya li Soçîyê `înîsîyatîveke gelek baş e` eger bikaribe xebatên komîsyona Destûrê dabîn bike, lê heta niha ew yek jî li holê tune.

    Roja 30ê Rêbendanê li Soçîyê Kongreya Dîyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê hate lidarxistin. Encama giring a wê kongreyê biryara sazkirina komîsyona Destûrê bû, ku wê li Cenevê xebatê bike.

    Li Astanayê 8 raûndên guftûgoyên li ser Sûriyeyê hatin derbazkirin. Encama giring a wan guftûgoyan, biryara li Sûriyeyê sazkirina herêmên kêmkirina rageşiyê bûn, ku heta asteke giring rageşî hate kêmkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Hêzên Fransayê di êrîşa li ser Sûriye de rastê kêşeya hat’
    Ryabkov: Hemû çekên kîmyevî yên Sûriye bi awayeke baldar hate îmhakirin
    Sûriye: Ev êrîşa hovane binpêkirina hiqûqa navdewletî ye
    Sûriye: Ger hatine pisporên kîmyewî dereng bikeve, berpirsyarî ya welatên Rojavayê ye
    Sûriye: Em şer naxwazin lê li dijî şerekî jî em amade ne
    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Etîketan:
    De Mistura, Soçî, Astana, Sûriye, Brîtanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de