07:04 26 Gulan 2018
Qazî Mihemed

Qurbaniyên despotên bi simbêl

© Foto : Vikipediya
Nûçe
Lînkê kurt
0 40

Stalîn, Saddam û Tirkiyeyê ji kurdan nefret dikirin. Lê, paşê?

Andrey Mozjûxîn

Gelo ji ber çi Stalîn piştî şer xiyanet li kurdan kir,  lê lawê serokê kurdan bi destekkirina DYA bû serokê Kurdistana Îraqê? Gelo Êzîdî kî ne û cûda buna wan ji kurdên din çiye? Piştî çi kurdên sovyêtê wek gelekî ne pêbawer hate hesibandin û gelo îro ew li Rûsyayê çawa jiyan dikin?

Komara gelê kurd

Kurd —yekane netewa herî mezine ku heta îro bê dewlet e. Sedema sereke ew e ku ev koma etnîkî ya kevnare, her tim  ji aliyê hevalbendan ve tenê hate hiştin. Îranê û împaratoriya Osmaniyan erdê kurdan li gor peymana Amasiya di sala 1555 û aştiya Zohabê ya sala 1639 di navbera xwe de parve kirin. Lêkolînerê hemdem Teymuraz Avdoyêv dibêje `dabeşkirina  bi vî rengî bû destpêka avakirina du zaravayên gewre yên kurdî: kurmancî (bakur) û soranî (başur)`.  Pirsa serxwebuna Kurdistanê  ewil bi awayekî cidî  berî sed salan kete rojevê, ango piştî  Yekemîn Şerê Cîhanê, dema împeratoriya Osmaniyan hilweşiya. Lê belê, Peymana Sevrê ya sala 1920 ku damezrandina dewleta kurdî berpêş dikir, wisa jî nekete merîyetê, dewlêtên Rojava ji alîyê xwe ve li ser vê yekê israr nekirin. Ji ber wê, kurd heta roja îro jî di navbera Îran, Tirkiyeya kemalîst û bermayiyên din ên osmaniyan ên wek Iraq û Sûriyeyê, ku di encamê peymana Sykes-Pico de hatine avakirin, dabeşkirî mane. Di encamê de, kurd ji bo demeke dirêj bûne rehîneyên  siyaseta Rojhilata Navîn ya dewletên desthilatdar.

Piştî Yekemîn Şerê Cîhanê kurd ji alîyê  Brîtaniya û Fransa yê ve hatin xapandin û piştî Dûyemîn Şerê Cîhanê baweriya xwe bi Stalîn anîn. Wek tê zanîn,  di serdema Duyemîn Şerê Cîhanê de Yekîtiya Sovyêtan  û Brîtaniyayê ji bo dabînkirina lend-leasê û ji ber rêgirtina  xurtbûna bandora Almanyayê,  bi hev re komara  Îranê dagir kiribûn. Di meha çileya sala 1946 de, bi piştgiriya rêveberiya dagirkeriya Soviyetan li cîhên ku kurd lê diman ango li bakur-rojavayê Îranê, Komara Mehabadê bi serokatiya Qazî Mihemed û Mistefa Berzanî hat îlankirin. Heta niha nayê famkirin  ka Stalîn çi dixwest: yan dirêjkirina wextê mayina hêzên leşkerî yên Yekitiya Sovyetan li ser axa Îranê, yan bi Azerbeycana Yekitiya Sovyetan ve girêdana parêzgehên bakûr-rojavayê Îranê, yan jî avakirina dewleteke kukla ya di bin bandora Yekitiya Sovyetan de. Mehek berî ragihandina Komara Mehabadê, li Tebrîzê avakirina Komara Demokratîk ya Azerbeycanê hatibû îlankirin. Di encama siyaseta Moskowê de, di navbera hevpaymanên berê yên dijî Hîtler, kêşeyeke pir mezin derkete holê, ango qeyrana Îranê ya sala 1946an  bû sedema destpêka şerê sar.

Gelê bêwelat

Di buhara sala 1946 de, ji ber guşara DYA û Birîtaniyayê,  Stalîn fermana ji Îranê vekişandina hêzên sovyêtan da. Komara Mehebadê ya ku bi wê hêzê dihate parastin, ber bi têkçûnê bû. Di Kanûna sala 1946an de hikumeta Tehranê kontrola xwe li ser  herêmê careke din vejand. Adara sala 1947an de tevaya  rêveberiya  Komara Mehebadê li meydana navendî ya bajêr hatin darvekirin. Yekane kesê ku xwe xilas kir Mistefa Barzanî bû, ew jî tevî komeke şervanên xwe derbazî Azerbeycana Sovyetê bûn. Sîxûrê Sovyetê Pavêl Sûdoplatov di bîranînên xwe de wiha dinivîse: `Hejmara hêzên leşkerî yên Barzanî ku xwe li sînor xistibûn nêzî dû hezar kesî bûn, her wiha endamên malbatên wan jî bi wan re ji sînor derbaz bibûn. Hikûmeta Sovyetê destpêkê de kurd desteser kirin û ew li kampeke taybet bi cih kirin, lê di sala 1947an de Abakûmov emir kir,  ku ez bi Mistefa Berzanî re hevdîtinê pêk bînim û peşniyara penaberiya siyasî lê bikim ku piştre li gundên Ûzbekîstanê yên nêzîkî Taşkentê wan bicîh bikin`.

Di Sedsaliya Sykes-Picotê de Pirsa Kurd û Kurdistanê''
© Sputnik / Omer Faruk Baran

Dema hevdîtina bi Sûdoplatov re Barzanî got ku`Di van sed salên dawiyê de, kurdan heştê  caran li hember farisan, ereban, tirkan û înglîzan serî hildan, zêdetirî şêst carî alîkarî ji Rûsyayê daxwaz kirine û ew alîkarî wergirtine. Ji ber wê çendê ji alîyê kurdan  ve daxwaziya  alîkariyê ji Soviyêtê, di demeke wisa giran de, dema  hikumeta Îranê komara kurdan tune kir di cih de bû`. Lawê wî Mesûd Barzanî piştî 10 salan tevî bavê xwe vedigere Îraqê û demek şunde dibe yek ji dijminên sereke yên Saddam Huseyîn. Piştî têkbirina artêşa Îraqê di encama opêrasiyona `Bahoza çolê` wî şaşîtiya bavê xwe dûbare kir. Mesud Barzanî bi sozên ku DYA dabu ku wê serhildana kurdên Îraqê ya adara 1991 destek bikin bawer kir. Mehekê şunda, dema ku hikûmeta Îraqê serhildana kurdan serkutkir û di xwînê de hîşt û bêtirî milyonek kes reviyan Îran û Tirkiyeyê, amerîkî şiyar bûn û ji bo rawestandina felaketa mirovî li herêmê dest bi operasyona`Provide Comfort` kirin. Mesûd Barzanî ji sala 2005 heta 2017an serokatiya otonomiya Herêma Kurdistanê kir – li Rojhilata Navîn yekane herêmeke fermî ya kurdan e. Piştî `bihara erebî` di sala 2011an pirsa dewletbûna kurdan careke din kete rojevê. Sûriyeya ku îro nêzîkî du milyon kurd lê dijîn di encama şerê navxweyî yê dirêj de,  wek yek dewlet êdî nayê hesibandin. Kurdên Sûriye û yên Îraqê di şerê li dijî DAÎŞê de,  hevparên herî pêbawer yên koalîsiyonê derketin. Lê belê, ragihandina Kurdistaneke serbixwe heta li ser axa  `failed state` ango `welatên bi serneketî` yên wek Sûriye û Îraqê jî  îro ne mumkin e. Û heta ku Tirkiye û Îran li dijî derdikevin ev tişt ne pêkan e. Ev her du dewlet ne belasebeb ji zêdebuna cudaxwaziya  kurdan li ser axa xwe ditirsin.

Zerdeştî wisa wesîyet kir

Nebûna dewleta yekgirtî ya  kurdan bû sedem ku ev etnosa kevnare ji bilî parçebûna eşîrtî, di warê olî de jî perşekirî bimîne. Kurd wek piraniya gelên bi zimanî îranî diaxêvin, hatine îslamîzekirin, lê belê, beşeke kurdan ola xwe ya kal û bavan parastin e. Ev jî Êzdî ne, mîratgirên zerdeştî ya ola Îrana kevnare. Dîrok wisa hate avakirin ku yek ji dînên herî sereke  yên cîhanê xaçparêzî derket, her çiqasî di destpêka piştî zayînê de,  hevrikên xaçparêziyê olên ku li Persiya yê derketin yên wek mîtraîzim û zerdeştî bûn. Piştî ji alîyê ereban ve dagirkirina welatê persan, di nîveka sedsala VII îslamê herdu olên persan ji holê rakir û  tenê Êzîdî ji nav çend neteweyên kû Rojê dihebînin li Rojhilata Navîn man. Parastina dînê xwe ya kevnare ji bo Êzîdiyan bû bela: di Serdema Navîn de fanatîkên misilman gelek caran komkujiya êzdîyan pêk dianîn. Perestgeha wan ya sereke Laleş li Herêma Kurdistanê, 60 kîlometrî li bakur-rojavayê Musilê ye. Her êzdiyek pêwîste di jiyana xwe de carekêserdana Laleşê bike. Di sala 1915an de êzdî tevî ermenî, yunan û asuriyan bûne qurbaniyên komkujiya împeratoriya Osmaniyan. Heta niha hejmara rast ya qurbaniyan nayê zanîn (wek tê zanîn ku Tirkiyeya hevdem bi fermî komkujiya wan gelan qebul nake). Yek ji encamên vê komkujiyê reva girseyî ya êzdiyan ber bi Ermenîstana serbixwe bû. Li wir beşeke kurdên êzîdî ji destpêka sedsala XIX  êdî jiyan dikirin.

Kurd û êzdî li Yekîtiya Soviyêtê û li Rûsyayê

Di destpêkê ti pirsgrêkên kurdan bi hikumeta Sovyetan re tunebûn. Di meha temmûza sala 1923an de, li ser axa  Azerbeycana Sovyetan li Qarabaxê navçeya bi navê Kurdistana Sor bi rêveberiya navendî li bajarê Laçînê hatibu damezrandin. Lê belê, di sala 1930an de siyaseta neteweyî ya bolşevîkan ji nişka ve hate guhertin. Bolşevîkan otonomiya kurdan betal kirin, rojnamayên neteweyî hatin qedexekirin û dersên zimanê kurdî hatin rawestandin. Di sala 1937an de dema terora Gewre, bi biryara Konseya Komîsarên Gel yên Yekitiya Sovyetan piraniya malbatên kurdan bi zorê ji Ermenîstan û Azerbeycanê şandin ber bi Kirgîzîstanê ve. Karmendên Komîseriyata Gel (NKVD) lehengeke kurdên êzdî Cangîr-axa yê ku di Yekemîn Şerê Cîhanê de, tevî alaya xwe derbazî aliyê Rûsiyayê bibû, hate desteserkirin. Pênc salan li zindanê girtî ma û li gor versiyona fermî ew di sala 1943an de li girtîgeha bajarê Saratovê jiyana xwe ji dest da. Di tebaxa sala 1944an de, kurdên li ser sînorên Gurcistanê diman, sirgunê Kazakîstan û welatên Asya Navîn kirin. Wan qedera xemgîn ya gelên din yên wek: teterên qirimê, yewnanan,  tirkên mesxîn, çeçenan, balkaran û kalmikan parvekirin. Piştî sala 1956an di serdema Xrûşov de kurd hatibun efû kirin û êdî karibûn bi awayeke azad jiyana xwe berdewam bikin.

Di dema salên `Perestroyka` de, civaka  kurdan hewil dan ji rêveberiya Sovyetan daxwazavejandina komara neteweyî ya kurdan a li Kavkasya  bikin. Her çiqasî di meha cotmeha sala 1990an de bi biryara Konseya Bilind ya Sovyetan komîsyonek ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdên sovyetan  hatibû avakirin, lê mixabin ti encam nehatin destxistin. Piştî salekê Yekîtiya Sovyetan hilweşiya û pêra hizra kurdan ya vejandina Kurdistana Sor hate definkirin. Îro li Rûsyayê li gor danayên fermî zêdetirî 60 hezar kurd dijîn (gengaz e kû hejmara kurdan di rastiyê de zêdetir be). Hejmara êzdiyên ku xwe ji kurdan vediqetînin û wek neteweyeke serbixwe hesab dikin li welatê me ne kêmin – ne kêmî 40 hezar kesî ne. Li bajarê Yaroslavlê yekane li cîhanê rêxistina olî ya êzdiyan ku bi fermî hatiye qeydkirin heye û vê gavê ew pilan dikin navendeke çandî û perwerdehiyê her wiha perestgeha xwe  avabikin. Ne dûrî bajarê Yaroslavlê li navçeya Gavrîlov-Yamê li hevîngeha zarokan ya berê a bi navê `Solnêçniy` ango `Roj` Gundê kurdan heye. Gund ji aliyê alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di sala 1996an de hate  avakirin. Li wî gundî du aktîvîstên PKKê Ahmed Yildirim û Remzî Akkûş hatine definkirin. Wan  roja 17ê mijdara sala 1998an li ber avahiya Dûmaya Rûsyayê biryara ji Rûsyayê derkirina serokê kurdan Abdulla Ocalan protêsto  kirin û xwe şewitandin.

Bi heman mijarî:

Mehmûd Osman: Heta kurd nebin yek Sykes Picot bi dawî nabe
Almanya û Îtalya: ‘Sykes Picot şaşî bû, divê were rastkirin'
Baydemir: Hûn bibin Hitler, em ê jî bibin Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mazlum Dogan
Di salvegera 70î de Qazî Muhammed û hevalên xwe tên bîranîn
Komara Kurdistanê ya Mehabadê û Pêşewa Qazî Mihemed
Etîketan:
Êzdî, Dîrok, Rûsya, Kurd, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de