14:16 23 Gulan 2018
    Google, Facebook

    Piraniya ewropiyan difikirin ku Google û Facebook zanyariyan manîpûle dikin

    CC0
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Lêkolînên di çarçoveya Sputnik. Nêrîn de hatinî kirin, dîyar kir ku welatiyên Almanya, Îtalya, DYA, Fransa û Brîtanyayê difikirin ku herdu dêvên cîhana înternetê Google û Facebook, zanyariyan ji bo berjewendiyên sîyasî yên kesayetên pendî manîpûle dikin.

    Li gor nêrîna beşdarên rapirsîya şîrketa fransî Ifopê, ji sedî 68ê almanan, ji sedî 60ê îtalî û amerîkîyan, ji sedî 57ê fransî û ji sedî 54ê brîtaniyan  li ser wê baweriyê ne ku herdu şîrketên mezin ji bo li ser civakê ferzkirina nêrînên sîyasî yên kesayet û derdorên pendî rêbazên manîpûlekirina zanyariyan bikar tînin.

    Tablo
    © Sputnik /
    Tablo

    Ji aliyî din ve, ji sedî 11ê almanî û fransîyan, ji sedî 15ê brîtanî û ji sedî 16ê amerîkîyan difikirin ku zanyariyên Google û Facebookê didin, objektîv û bêalî ne.

    Di rapirsiya di navbera rojên 22-27ê Adara 2018an hatinî kirin de 5029 kesên li ser temenê 18an beşdarî kirin.  Li gorî dabeşiya gelheyê li gorî cinsiyet, temen û erdnîgarî amarên lêkolînê li seranserê welêt rêjeya xeletiyê +/-3.1 e û navbira pûtepêdana wê jî 95 ji sedî ye.

    Etîketan:
    Rapirsîn, Facebook, Google, Ewropa, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de