18:31 19 Nîsan 2018
    Bombardimanên Hevpeymaniyê li Sûriye û Iraqê

    Pisporê rûsî: Dixwazim bawer bikim ku Tirkiye rûn li agir nake

    © AFP 2018 / Ahmad al Rubaye
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 01

    Rojnamevan û rojhilatnas Andrey Ontîkov, pirsên Sputnik Kurdistanê ên têkildarî operasyona leşkerî ya gengaz a DYAyê ya li hember Sûriyeyê, di rewşeke wisa de helwesta Tirkiyeyê û bandora operasyonê ya li ser kurdan bersîvandin.

    Andrey Ontîkov derbarê helwesta Tirkiyeyê ya di encamê destpêkirina operasyona leşkerî ya DYAyê ya li hember Sûriyeyê de destnîşan kir ku Tirkiye wê li gorî helwesta Rûsyayê tev bigere: “Berî her tiştî gereke bête destnîşankirin ku ji operasyoneke leşkerî ya DYAyê ya li hember Sûriyeyê zêdetir, êrişeke bi bihaneyên çêker a li hember dewleteke endamê NY behsê mijarê ye. Elbet, wek helwestên gelek listikvanên herêmî ên din, helwesta Tirkiyeyê jî wê bi helwesta Rûsyayê ve girêdayî be. Moskowê bi awayeke zelal û vekirî da famkirin ku ne tenê mafê lêdana moşekên ber bi Sûriyeyê ve difirin, lê her weha  mafê lêdana gemîyên wan moşekan berdidin jî li bal xwe parastî dihêle. Ez dixwazim bawer bikim ku Tirkiye wê bi awayeke aqliselîm tevbigere û wek hinek dewletên din ên herêmê `rûn li agir` neke. Lê, her weha ew yek jî dîyar e, ku di rewşa bi tewaya herêmê belavbûna pêvçûnan de, ku potansîyeleke wisa heye, Enqere bêtevger namîne”.

    'ARTÊŞA SÛRIYEYA AZAD WÊ ÊRIŞÊ HÊZÊN HIKÛMETÊ BIKE'

    Ontîkov derbarê helwesta Artêşa Sûriyeya Azad jî got ku ASAyê helwesta xwe ji niha de kifş kiriye û eger êriş destpê bike, ew ê berê xwe bidine pozîsyonên artêşa hikûmeta Sûriyeyê. 

    'ENQERE WÊ LI GORÎ HELWESTA RÛSYAYÊ TEVBIGERE'

    Andrey Ontîkov li ser îhtimala bikaranîna barêgeha Încîrlikê ya Amerîkayê li Tirkiyeyê û barêgehên amerîkî yên li herêmên kurdan jî wiha axivî: “Her çend helwesta Tirkiyeyê ya li hember desthilata Sûriyeyê eşkere jî be, Enqere wê li gorî  helwesta Rûsyayê tevbigere. Heta niha tu nîşaneyên ji alîyê DYAyê ve bikaranîna barêgeha Încîrlîkê tune ne. Her weha ji tevger û daxuyanîyên amerîkîyan tê famkirin ku derbên potansîyel wê ji alîyê hêzên fîloya deryayî ve bêne pêkanîn. Washington wê di heman demê de barêgehên xwe yên li herêmên di bin kontrola kurdan de jî ji bo armancên cuda bi awayeke çalak bikar bîne”.

    'KURD WÊ DI BIN FIŞARA EWLEHIYÊ DE BIN'

    Pisporê rûsî pirsa `Eger operasyon dest pê bike kurd wê di bin fişara ewlekariyê de bimînin` û wiha bersîvand: "Kurd elbet wê di bin tehdîdê de bin. Ji ber ku êrişa DYAyê wê vegere konflîkteke global û herêmî. Eger em helwesta welatên Rojhilata Navîn a li hember kurdan berbiçav bikin, elbet ew ê bibine hedefên potansîyel ên êrişan. Ji ber wê jî, perspektîvên êrişkarîya DYAyê ne di berjwendîyên kurdan de ne"

    Bi heman mijarî:

    Sûriye û Îranê dê li dijî êrîşa muhtemel a Amerîkayê kordînasyona xwe zêde bikin
    Sûriye: Ji bo îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî me OPCW vexwend
    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Sûriye: Êrîşa Îsraîlê bertekeke nerasterast ji serkeftina me ya dijî terorê re ye
    Sûriye: Îdiayên ‘bikaranîna çekên kîmyevî’ wek banda asêmayê tim û tim heman tiştê dibêje
    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
    Etîketan:
    Êriş, Helwest, DYA, Sûriye, Tirkiye, Kurd, Andrey Ontîkov, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de