06:19 21 Gulan 2018
    Polîs

    Li dijî konvoya polîsan ku dozgerek jî têde bû êrişa bombeyî: 8 kuştî

    © REUTERS / Fayaz Aziz
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Kolombiyayê rêxistina Clan del Golfo li hemberî polîsên ku dewriye dikirin êrişek bombeyî pêk anî. Di encama êrişê de 8 polîs hatin kuştin.

    Li gor zanyariyên berdest, rêxistina sûcî Clan del Golfoyê li bajarê San Pedro de Uraba ya girêdayî rêvebiriya Antioquiayê li hemberî polîsê ku wezîfeya dewriyeyê dikir êrişek bombeyî pêk anî. Li gor agahiyan, di wesayîteke konvoyê de dozgerek jî hebû lê tiştek bi dozger nehatiye.

    Wek tê zanîn Clan del Golfo rêxistinek sûcî ye û hemû trafîka madeyên hişbir a Kolombiyayê di bin kontrola wê de ye.

    Herwiha Wezîrê Parastinê Luis Carlos Villeges di daxuyaniya xwe de got: "Piştî êrişê 3 endamên Clan del Golfoyê hatin kuştin."Nehat zanîn ev hersê endamên rêxistinê gelo di dema teqînê de an jî di pevçûnekê de hatine kuştin.

    Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos jî li ser hisabê xwe yê medya civakî peyamek parve kir, di peyamê de êrişa bombeyî şermezar kir û sersaxî ji malbatên polîsên kuştî re xwest.

    Bi heman mijarî:

    Li Kolombiya teqîn pêk hat: Herî kêm 30 kes birîndar bûn
    Kolombiya: Şer bidawî bû
    Serokê Venezuelayê Maduro Kolombiya tehdîd kir
    Kolombiya peymana nû ya aştiyê erê kir
    Kolombiya û FARC ji lîsteya namzetî ya Xelata Aştî ya Nobelê hatin derxistin
    Etîketan:
    Rêxistina Clan del Golfoyê, Serokê Dewleta Kolombiyayê, Juan Manuel Santos, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de