01:01 26 Nîsan 2018
    Yuliya Skripal

    The Sun: Yuliya Skripal bo baregeheke leşkerî hat veguhestin

    © Foto : Yulia Skripal/Facebook
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdîakirin ku qîza ajanê rûs ê bi navê Sergey Skripalê ku bi bavê xwe re jehrî bûbû, Yuliya Skripal piştî ku duh ji nexweşxaneyê derket bo nexweşxaneyeke li baregeheke leşkerî hatiye veguhestin ji bo ku "di bin parastinê de be."

    Li gorî nûçeya rojnameya The Sunê, Yuliya Skripala ku piştî hatibû jehrîkirin bo nexweşxaneya Herêmî ya Salisburyê hatibû rakirin, duh piştî ji nexweşxaneyê derket ji bo parastinê bo baregeheke leşkerî hat veguhestin.

    Çavkaniyekê ji rojnameyê re gotiye ku "ji bo parastina Yûliyayê û çavdêrkirina tenduristiya wê, bo nexweşxaneyeke li baregeheke leşkerî hatiye veguhestin".

    Herwiha wê çavkaniyê ti agahî derbarê cih û navê baregehê de nedan.

    Hatibû ragihandin ku êdî rewşa Yûliyaya ku li gel bavê xwe bi gaza sîniran li Londonê hatibû jehrîkirin baş e û dikare biaxive. Yûliya Skripal jhefteya borî di daxuyaniya ku polîsên brîtanî weşandibû de gotibû, "berî hefteyekê hatim ser hişê xwe, hûn jî dikarin texmîn bikin ku hîn serê min derbarê bûyerê de tevlihev e."

    Bi heman mijarî:

    Putin: Divê Îngiltere mijara Skripal çareser bike
    Peskov: Ji bo lêpirsîna bûyera Skripal em amade ne bi Îngîltereyê re hevkariyê bikin
    Peskov: Eleqeya me bi jehrîxistina Skripal tune ye, em tewambariyê qebûl nakin
    Trump: Tê dîtin ku li pişt jehrîkirina Skripal Rûsya heye
    Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
    Polîsê Brîtanyayê: Me pêwendî di navbera jehrîkirina Skripal û cînayeta Gluşkovî de nedît
    Etîketan:
    Sergey Skripal, Yûliya Skripal, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de