13:45 25 Nîsan 2018
    Efrîn

    Pisporê rûsî: Helwesta li hember Efrînê karekterê Erdogan nîşan dide

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 01

    Zanyarê rûsî yê ji Enstîtûya Aboriya Cîhanî û Têkilîyên Navneteweyî ya Akademiya Zanistan a Rûsyayê Vîktor Nadeîn-Rayevskîy sedemên nakokiya di navbera daxuyaniyên Sergey Lavrov û Recep Tayîp Erdogan ji Sputnik Kurdistanê re şîrove kir.

    Efrîn Rojava Kurd - Sûriye
    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemenîyê de ragihandibû ku `Moskow hêvî dike ku Tirkiye Efrînê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike`. Piştî wê daxuyaniyê serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bersîv da û got ku `Gava dema wê were, em ê Efrînê radestî efrîniyan bikin. Dema radestkirinê ne Lavrov, lê em diyar dikin.`Zanyarê ji Enstîtûya Aboriya Cîhanî û Têkilîyên Navneteweyî ya Akademiya Zanistan a Rûsyayê Vîktor Nadeîn-Rayevskîy sedemên nakokiya wan herdu daxuyaniyan ji Sputnik Kurdistanê re şîrove kir.

    Hebûna Tirkiyeyê li Sûriyeyê neqanûnî ye

    Pisporê rûsî dîyar kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê neqenûnîyê û mafê wê tune ku anegorê serê xwe tev bigere: “Helwesta Tirkiyeyê ya di pirsa Sûriyeyê de, bi taybet jî li hember Efrînê karekterê Erdogan nîşan dide. Elbet şerê li Efrînê ku nave `Çiqilê Zeytûnê` lê hat kirin, bi tu awayî bi DAÎŞê re têkildar nine. Her weha îdayên tirkan ên ku dibêjin kurd û DAÎŞ bi hev re ne bê bingeh in û ji rastiyê dûr in. Tewaya cîhanê jî dizane ku kurd ji DAÎŞê nifretê dikin. Tirkiyeyeyê pêwistî bi wê yekê dît ku hebûna xwe ya Sûriyeyê ya ne qanûnî, mafdar derxîne. Lê, ew yek bi tu awayî maf nade Tirkiyeyê ku di nav xaka dewleteke serwer de anegorê xwesteka xwe hereket bike. Tirkiyeyê bi xwe demek berî niha behsa pêwistiya parastina yekpareyiya Sûriyeyê dikir”.

    Erdogan her tim ji trîbûnê re dilîze

    Vîktor Nadeîn-Rayevskîy destnîşan kir ku daxuyaniya Erdogan ji bo trîbûnê ye û wiha axivî: “Sûriye dewleteke pirnetewe ye û pêwistiya wê bi dabînkirina şertên geşedanê heye. Gelê Sûriyeyê bi xwe wê biryarê bide ka sîstemeke rêvebiriyê ya çawa dixwazin. Derbarê daxuyaniya Erdogan de jî dikarim bêjim ku ew her tim ji bo trîbûnê dilîze. Wek tê zanîn Erdogan dizane çawa xîtabê girseyê bike. Dema derdikeve pêşberî girseyê, dizane derbdanê li kîjan mijaran bike. Her weha dizane bi çi awayî hestên girseyê kontrol bike. Ji ber wê jî, îfadeyên wî gelek caran ji hev cudatir in û nakokîbar in. Ew daxuyaniya wî jî ji bo trîbûnan e”.

    Erdogan li dû azweriyên mezin e

    Pisporê rûsî axaftina xwe wiha domand: “Erdogan bi xwe demek berî niha rewatiya desthilata Beşar Esad bi lêv kir. Paşê ji nişka ve got ku gereke Esad dest ji serokatiyê berde. Ji alîyê din ve wek em dibihîzin Erdogan niha berê xwe dide Iraqê. Erdogan li dû azwerîyên mezin e. Li gor nêrîna min, daxuyaniya Erdogan li ser hevkariya Astanayê bandoreke neyênî nake. Heta pirsa rewşê bi xwe neyê çareserkirin, bandora wê jî nayê dîtin. Dewleteke bi hêz a Sûriyeyê dikare hevkariya  welatên cînar  jî dabîn bike. Ji bo Erdogan a giring li gel ewlekariya sînoran, hebûna hikûmeteke bi parseng e”.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan û Trump li ser Sûriye û Iraqê axivîn
    Sûriye: Divê Tirkiye leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
    Rayedarê PDKê: Rojekê dê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraq bên hilweşandin
    Sûriye: Em ê Golan û Efrîn jî di nav de hemû axa Sûriyê rizgar bikin
    Sûriye dîsa xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji nava axa wê bikişîne
    'Ji aliyê meşrûiyetê ve divê Sûriye Efrînê ji Tirkiyeyê biparêze'
    Etîketan:
    Şîrove, Rayevskîy, Lavrov, Erdogan, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de