17:30 25 Nîsan 2018
    Dîwar - Rojava - sînor

    Gelo ji bo çi Tirkiyeyê cihên leşkerên fransî yên li Sûriyeyê eşkere kir?

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor ragihandina fermi ya bûroya çapemenîyê ya serokê Fransayê, Makron garantîya piştgirîya Fransayê daye HDSê, ku li bakûr-rojhilatê Sûrîyeyê di çarçoveya sîstemeke rêvebirîyê ya bi hevseng û tevgir de aramîya herêmên ewle dabîn bikin ku rê li vejîna DAÎŞê bête girtin.

    Piştî daxuyaniya fermî ya ji Fransayê, Ajansa Anadolu cihê leşkerên fransî yên li Sûriyeyê eşkere kir. Analîstê leşkerî û şewirmendê Makron general Domînîk Trenkan ev mijar ji Sputnikê re şîrove kir: “Ew yek nayê qebûlkirin. Ev daxuyanî ji alîyê wî welatî (Tirkiye) ve tê ragihandin, ê ku pêwist e bi heman dijminî (DAÎŞ) re tekoşînê bike".

    Erdogan di sîyaseta navxweyî de alîgirê Birayên Misilman e

    "Em bi bîr bînin ku kurdan berî hemûyan li dijî DAÎŞê şer kir. Tirkiyeyê ji dema pêwist derengtir li dijî DAÎŞê dest bi tekoşînê kir. Ew yek jî ne sosret e, ji ber ku tê zanîn, Erdogan di sîyaseta navxweyî de alîgirê Birayên Misilman e.

    Birayên Misilman jî hem dijminahîya kurdan dikin, hem ya Beşar Esad û hem jî ya Fransayê. Lê, wek gelek tevgerên sunî yên li dijî DAÎŞê û di heman demê de li dijî Beşar Esad  şer dikirin, Tirkiyeyê ji destpêka krîzê de pozîsyoneke dualî girt". 

    Makron piştgirîya xwe ya ji bo kurdan bi awayeke vekirî ragihand

    "Serok Makron, her çend operasyonên nû nayên çaverikirin jî, piştgirîya xwe ya ji bo kurdan bi awayeke vekirî ragihand. Niha li herêmê yekîneyên taybet têne bi cihkirin û wek tê zanîn cih û tevgerên yekîneyên bi wî awayî tu caran nayêne ragihandin û eşkerekirin”.

    Welatên alîkarîya terorîstan bikin wê bibin hedef 

    Bi eşkerekirina cihên yekîneyên leşkerî yên fransî re paralel, nûnerên fermi yên Tirkiyeyê jî helwesta Fransayê ya derbarê kurdan de rexne kirin. Di heman rojê de serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan `xemgînîya` xwe ya ji ber piştgirîya Fransayê ya ji bo kurdan ragihand. Cîgirê serokwezîr Bekîr Bozdag jî di rûpela xwe ya di Twitterê de nivîsî ku `Kesên ku bi rêxistinên terorîst re hevkarîyê bikin û piştevanîya wan bikin, ew ê jî wek terorîstan bibin hedefa Tirkiyeyê`.  

    Hêjayê destnîşankirinê ye ku weşana Ajansa Anadolu ya derbarê eşkerekirina cihên yekîneyên fransî û daxuyaniyên sîyasetmedarên tirk ên li hember Fransayê  piştî wê yekê zêde bûn, dema şandeya kurd li Qesra Elysee hate pêşwazîkirin.

    Bi heman mijarî:

    Bozdag: Fransa wê piştgiriya Tirkiyeyê winda bike
    Fransa: Îran çekan ji husiyan re dişîne
    Fransa: Ketina Tirkiyê ya Efrînê derbeyek e, divê Kurd mafên heq dikin bistînin
    Fransa: Operasyona dijî Efrînê ne meşrû ye
    Fransa: Divê rewşa Efrînê neyê piştguhkirin
    Etîketan:
    Bertek, Piştgirî, Macron, Tirkiye, Kurd, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de