05:00 21 Nîsan 2018
    Civîna li Ajansa Înformasyonî ya Navneteweyî MIA `Rossiya Sevodniya

    'Tirkiye û Sûriyeyê dest bi civînên nepenî kirin'

    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojhilatnas û sîyasetzanê rûsî Vîyaçeslav Matûzov îda kir ku istixbaratvanên Tirkiye û Sûriyeyê bi înîsîyatîva Îranê li Tehranê dest bi hevdîtinên nepenî kirine.

    Li Moskowê li Ajansa Înformasyonî ya Navneteweyî MIA `Rossiya Sevodniya` civîna masa girover ya bi sernavê `Têkilîyên Rûsya — Tirkiye û Ewlekarîya Herêmî` hate lidarxistin. Rojhilatnas û sîyasetzanê rûsî Vîyaçeslav Matûzov di vê civînê de îda kir ku istixbaratvanên Tirkiye û Sûriyeyê bi înîsîyatîva Îranê li Tehranê dest bi hevdîtinên nepenî kirine.

    Piştî civînê Matûzov ji Sputnik Kurdistanê re ragihand, ku ev îda rast e û wiha axivî: “Parlamentereke jin a Parlamentoya Sûriyeyê ku di heman demê de professor e û dersdara Zanîngeha Şamê ye, ji me re got ku bi înîsîyatîva Îranê li Tehranê hevdîtinên istixbaratvanên Tirkiye û Sûriyeyê destpê kiriye”

    Li gor nêrîna Matûzov, ev pêşketineke baş e, ji ber ku eger ji şerê di navbera kurd û tirkan derbazî dîyaloga di navbera kurd û hikûmeta Sûriyeyê bibin, ew ê ji amerîkîyan re bibe derbeyeke mezin.

    'DAXUYANIYA OCALAN YA BI HIKÛMETA SÛRIYEYÊ RE ZIMANEKE HEVPAR PEYDA BIKIN PÊŞKETINEKE MEZIN E'

    Vîyeçeslav Matûzov pirsa `Gelo derbarê serdana şandeya rûsî û tirkî ya girava Îmralîyê li gel Abdullah Ocalan zanyarîyên we hene yan na` wisa bersîvand: “ Ocalan di daxuyaniya xwe de ku çend roj berî niha di internetê de hatibû weşandin, bang li kurdan dike ku bi hikûmeta Sûriyeyê re dest bi hevdîtinan bikin û bi desthilata Sûrîyeyê re zimaneke hevpar peyda bikin. Ew yek pozîsyona fermi ya Ocalan e. Eger ev daxuyanî piştî serdena şandeya tirk û rûsî ya Îmralîyê hatibe dayîn, ez wisa dihesibînim ku ev pêşketineke mezin e. Ji ber ku bang li kurdan tê kirin, ku bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev bikin, lê ne bi amerîkîyan re li dijî hikûmeta Sûriyeyê şer bikin. Qasê ku ez dizanim,  berî bombebarana amerîkîyan ya li ser  komên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê yên li herêma Dêrazorê, di navbera kurdan û fermandarên sûriyeyî de lihevkirin hebû.  Ez wê bûyerê wisa dixwînim: koma ku ji hezar kesî pêk dihat li ser esasê wê lihevkirinê berê xwe dane kanayên neftê, bi kurdan re pêvçûn tune bû, li gor nêrîna min, ew nîşaneke baş bû. Di encamê de amerîkîyan li wê komê xist. Ew yek pozîsyona amerîkîyan nîşan dide, lê ne ya rêvebirên kurd. Li gor nêrîna min kêşeyên di navbera kurd û hikûmeta Sûrîyeyê de kêşeyên çêker in û di pêşerojê de wê ji bolê bêne rakirin. Ew yek ji amerîkîyan re ne sûdmend e û çi ji destê wan were wê bikin ku ji wê nêzîkbûnê re bibine asteng”.

    'KURD DIVÊ BI HIKÛMETA SÛRIYEYÊ RE LI HEV BIKIN'

    Derbarê pêşeroja Efrînê de jî pisporê rûsî wiha axivî: “Di civîna li Astanayê ya wezîrên karên derve yên hersê welatan Lavrov, Zarîfî û Çavûşoglu de li ser 6 xalan hate li hevkirin, ku yek ji wan xalan ew e ku Tirkiye doza xaka Sûriyeyê nake. Ango ew xal derfetê dide Rûsya û Sûriyeyê ku ji Tirkiyeyê re bibêjin: "We erka xwe bi cih anî. Em fam dikin ku we li dijî YPGê tekoşîn kir, ku hûn wek terorîst dihesibînin, lê em wan wek terorîst nahesibînin, hûn gihaştin armanca xwe û niha kerem bikin ji vê axê derkevin, ji ber ku ev axa dewleta Sûriyeyê ye". Ez dihesibînim ku gereke Efrîn di dest Sûriyeyê de be û nebe navgîna bazarê di destê hêzên din de. Kurd gereke bi hikûmeta Sûriyeyê re li hev bikin, Tirkiye jî têkilîyên xwe bi Sûriyeyê re normal bike û piştî wê jî karê amerîkîyan li vir namîne”.

    Bi heman mijarî:

    Rûhanî: Amerîka û Îsraîl difikirin Sûriye perçe bibe
    Erdogan û Trump li ser Sûriye û Iraqê axivîn
    Hevpeymaniya navdewletî li xwe mikur hat: Li Sûriye û Iraqê 855 sivîl hatine kuştin
    Lavrov: Li gel Çavuşoglu û Zerîfî dê pendan bo hikûmeta Sûriye û dijberiyê re amade bikin
    Sûriye dîsa xwest ku Tirkiye hêzên xwe ji nava axa wê bikişîne
    ‘Wê Sûriye çekdarên tevî artêşa Tirkiyê şerê Efrînê dikin efû bike’
    Etîketan:
    Civîn, Sûriye, Tirkiye, Îran, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de