05:43 22 Nîsan 2018
    Nûnera dîyaspora kurd a Awistryayê Melîsa Delal Yanmis

    Valkyrieyên Rojhilata Navîn: Jinên Kurd

    © Foto : Courtesy of Melissa Delal Yanmis
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 30

    Marîya Efîmova - Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên li tewaya cîhanê navdar êdî 5 salî ye. Jinên Rojavayê Kurdistanê ew azadî bi dest xistin a ku li herêmê tenê xeyala wê dihat kirin. Sputnikê bi endamên YPJê re li ser operasyonên Tirkiyeyê ya li ser Bakûrê Sûriyeyê, planên sîyasî yên kurdên Sûriyeyê û femînîzma di şertên qada şer de axivî.

    Şoreşa jinan a radîkal

    Di encamê operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê de şervana YPJê Anna Kempbell a 26 salî jîyana xwe ji dest da û vê bûyerê careke din YPJ anî rojeva cîhanê. YPJ ji bo mafên kurdan têdikoşe û bi tevî YPGê rêxistina terorîst DAÎŞ ji bakûrê Sûriyeyê paqij kirin.
    Anarşîst, feminist û parastvana mafên ajalan – berî ku biçe Sûrîyeyê, tu têkilîya wê bi kurdan re tune bû. Li gor gotinên bavê Annayê, problemên gelê kurd Anna gelek xemgîn dikir û li hember pergala civakî ya li Rojava hatî sazkirin, hejmetkar mabû. Şervanên YPJê dibêjin ku di nav refên wan de jinên ji Ewropa, Amerîka û Awistralyayê jî hene.

    Yekîneyên Parastina Jin fenomeneke bêhempa ye. Ew yek jî ne cihê şaşwazîyê ye ku bala aktîvîstên li tewaya cîhanê dikşînin. Yekîneyên jin di şerê terorîstên ku tewaya cîhanê wek `hêzên xerabîyê` bi nav dikin de hêza xwe ispat kirin. Melîsa Delal Yanmîs, ku ji dîyaspora kurd a Awistryayê ye, sala par ji Rojava vegerîya û dibêje ku YPJ amade ye ji bo azadîya jinê hemû rêbazan bikar bîne. Melîsa Delalê di hevpeyvîna me de derbarê jinên bîyanî yên di nav refên YPJê de wiha axivî: `Îdeolog û rêberê PKKê Abdullah Ocalan dibêje ku `jîyana azad bêy şoreşa jinê ya radîkal ne pêkan e`. Anna Kempbell jî wek jinên din ên bîyanî yên di nav refên me de şer dikirin, şoreşger û enternasyonalîsteke resen bû û ew jî bû yek ji çirûskên agirê şoreşê. Ez hêvî dikim ku jinên rûsî ên enternasyonalîst jî tev li tekoşîna me bibin`. 

    Melîsa Delal Yanmis
    © Foto : Courtesy of Melissa Delal Yanmis
    Melîsa Delal Yanmis

    Jina kurd ji mirinê natirs e

    Şervan û xwendevana bi nave Cîhan a 23 salî, ku niha li Efrînê ye ji Sputnikê re derbarê şervanên jin de axivî: `Ez jî wek gelek jinên kurd feminist im, Jina kurd ji mirinê natirs e. Em têkçûnê qebûl nakin. Dirûşma me Serkeftin û Pêşketin e. Ji ber wê jî, jinên ji tewaya cîhanê piştevanîya me dikin`. 
    Bi saya rola YPJê ya tekoşîna mafên neteweyî û şerê li dijî terorîstan de, jinên Kurdistanê êdî xwedî maf û azadîyê ne. Heta demek berî niha jî zewaca bi zorê, sunetkirina keçan, kuştina jinê û polîgamî di nav civaka kurd de gelek zêde dihate dîtin. Lê, rêveberîya Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûrîyeyê li ser esasê yasayan dawî li wan tiştan anî.

    Li gor Destûra demî ya Bakûrê Sûrîyeyê, jin gereke herî kêm ji % 40 ê hemî organên hikûmî de cih bigirin. Sazîyên civakî jî gereke wek konseyên rêvebirîyê yên hersê kantonên Rojava ji du hevserokan pêk bên, ku yek ji wan jin û yek jî mêr be.
    Li dora 40 selefê şervanên kurd ên li herêma Rojhilata Navîn tekoşînê dikin, ji jinan pêk tên. Di meha Adara sala 2013an de li Efrînê yekemîn yekîneya parastinê ya jinan hate avakirin. Piştî salekê li herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê jî yekîneyên jinan hatin sazkirin. Îro jimara şervanên YPJê digihije 25 hezar kesan.

    Di nav refên YPJê de ji bilî kurdan, şervanên ji netewe, ol û mezhebên din jî yên wek, ereb, xiristîyan, asûrî cih digirin, ku piranîya wan ji desthilatdarîya DAÎŞê hatine rizgarkirin.

    Bijîşk û şervanê kurd ê ji Brîtanyayê Ozkan Ozdîl
    © Foto : Courtesy of Ozkan Ozdil
    Bijîşk û şervanê kurd ê ji Brîtanyayê Ozkan Ozdîl

    Fermandarê mêr nikare fermanê bide şervanên jin

    Yekîneyên parastinê yên jin û mêran ji alîyê fermandarên jin û mêr ve têne rêvebirin. Fermandarê mêr nikare fermanê bide şervanên jin. Ji bo fermandayînê gereke bi fermandara jin re bişewire. Li gor gotinên  kurdê ji Brîtanyayê Ozkan Ozdîl, lê fermandarên jin dikarin fermanê bidin şervanên mêr. Ozkan Ozdîl heta sala par li meydana şer wek bijîşk kar dikir û her weha di operasyona rizgarkirina Reqayê de jî beşdarî kir. Ozkan bîranînên xwe wiha anî ziman: `Em bi YPJê re di nav koordînasyonê de tev digerîyan. Her weha me bi hev re di tetbîqatan de beşdarî dikir, em bi hev re bi werzişê mijûl dibûn, me bi hev re xwarin çêdikir û bi hev re paqijî dikir. Em wek malbateke mezin bûn, tenê cihên em lê radizan ji hev cuda bûn. Ji bilî fermanên leşkerî, di dema sohbetan de tu wateya rutbeyê tune ye. Li gor nêrîna min jin gelek wêrek in. Di hinek rewşan de ji mêran jî wêrektir in. Ez ji wan efsûnbûyî dibûm. Çekdarên DAÎŞê jî ji wan gelek ditirsîyan.

    Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)
    © Foto : Courtesy of Ozkan Ozdil
    Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

    Paqijîya etniki tê kirin

    Di encamê operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê, roja 18ê Adarê artêşa tirk û komên muxalif ên sûriyeyî derbazî nava Efrîna di bin kontrola kurdan bûn. 
    Şervanên kurd ji Sputnikê re gotin ku ew ê tirkan ji Efrînê derxin. Lê, wisa dîyar e, di demên nêz de ew ê ne kareke hêsan be. Her roj ji Enqereyê daxuyanî têne dan ku ewê piştî Efrînê berê xwe bidin Minbic û Rojhilatê Firatê.

    DYA ku piştgirîya PYDê dike, ji bo perwerdekirina şervanan leşkerên xwe ber bi Minbicê ve şandin, ku peyamê bidine tirkan ku li dijî êrişa li ser Minbicê ne. Lê, ne dîyar e, DYA heta kengê wê parastina kurdan bike. Waşîngton her weha naxwaze bi mutefikê xwe yê NATOyê re jî têkilîyan xerab bike.
    Melîsa Delal Yanmîs derbarê êrişa li ser Efrînê de jî wiha got: `Tiştê ku Tirkiyeyê li Efrînê kir û hewl dide li Bakûrê Sûriyeyê bike, paqijîya etnîkî ye. YPJê di parastina Efrînê de berxwedaneke mezin nîşan da, lê dîyar bû, ku ji bilî vekişîna taktîkî tu rîyên din tune ne. YPJ wê bi taktîka gerîla şerê xwe berdewam bike`.

    Şervanên kurd bawer in ku di şerê bi Tirkiyeyê re wê bi ser kevin û tirkan ji Efrînê derxin û xweserîya li bakûrê Sûrîyeyê biparêzin.

    Bi heman mijarî:

    Birêveberiya Rojava efûyeke giştî ji bo Newrozê derxist
    Birêveberiya Rojava ji bo Efrînê banga lezgînê kir
    Birêvberiya Rojava bangî aware û koçberên li Herêma Kurdistanê û welatên din dike
    Rojnamevanê holendî li Rojava geriya: Tiştekî bi navê hêzên sînoran tine lê...
    'Amerîka bi awayekî cidî plan dike ku Incirlikê bibe Kurdistana Iraqê yan jî Rojava'
    Nûnerê Rojava li Kurdistanê û parlamenterên kurd nameyek da Konsulxaneya Çekyayê
    Etîketan:
    Şervan, Şoreş, YPJ, Jin, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de