10:32 23 Nîsan 2018
    Efrîn - Sûriye

    Berovajî gotinên Lavrov, Tirkiye wê ji Efrînê venekişe

    © REUTERS / Mahmoud Hebbo
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di forûma bi sernavê `Rûsya – Welatê Derfetan` de têkildarî geşedanên li Sûrîyeyê pirsên rojnamevanan bersîvand.

    Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya dê hewl bide ku biryarnameya Konseya Ewlekarî ya NY (KENY) ya derbarê parastina yekpareyî û serwerîya Sûrîyeyê de bête dabînkirin. Lavrov got ku “Me gelek caran bala hevkarên xwe yên amerîkî kişand li ser wê yekê ku li ser sozên xwe rawestin û jı serwerîya Sûrîyeyê re rêzê bigirin. Lê, di pratîkê de amerîkî gavên din davêjin. Emê hewl bidin ku KENY bicihanîna biryarnameya xwe ve daxwaza rêzgirtina yekpareyî û serxwebûna Komara Ereb a Sûrîyeyê dabîn bike”. Lavrov lı ser pirsa `helwesta Rûsyayê ya li ser operasyona Efrînê` wiha got: “Tirkiyeyê bi awayeke fermî ragihand, ku Enqere ji serwerîya Sûrîyeyê re rêzê digire û hewl nade ku piştî bidawîkirina operasyona `Çiqilê Zeytûnê` li wir bimîne”.

    Berdevkê serokkomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî li ser heman mijarê di axaftina xwe ya di TRTê de ragihand, ku Tirkiye piştî kontrolkirina Efrînê, wê herêmê radestî hikûmeta Sûriyeyê nake û  wiha got: “Piştî bidawîbûna operasyona Efrînê, dê li wê derê jî herêma ewle ya wek di çarçoveya operasyona `Mertala Firatê` de hatî sazkirin bête avakirin. Armanca me ya sereke ew e ku organên rêvebirîya xweser saz bikin. Tu niyeta me ya ji rejîmê re radestkirina Efrînê tune ye”.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Erdogan li ser Sûriyeyê axivîn: Efrîn jî hat rojevê
    Berdevkê AKPê: Efrîn paytexta dewleta tê plankirin e, operasyon jî ji bo wê ye
    Macron ji Erdoganî re: Efrîn jî di nav agirbestê de ye
    Erdogan: Piştî ku me Efrîn dorpêç kir em dê bi stratejiyeke nû operasyonê bidomînin
    Karayilan: Daxwaza Tirkiyeyê tenê ne Efrîn e dixwaze...
    Xaça Sor a Navnetewî: Em hîn jî xwe nagihînin Efrîn û Xutaya Rojhilat
    Etîketan:
    Lavrov, Operasyon, Efrîn, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de