11:54 27 Nîsan 2018
    Çalakîyên Maydanê

    Ûkrayna ji çi ditirse? Sputnik îfadeyên nîşanbazên gurcî diweşîne

    © Sputnik / Andrey Stenin
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di doza gulebarankirina Maydanê de xala werçerxê ya nû. Nûçegihanê Sputnikê bi nîşanbazên gengaz re hevdîtin pêk anî. Nîşanbaz ji Gurcistanê ne û amade ne îfadeyê bidin dadgeha Ûkraynayê. Ajansa Sputnikê protokolên fermi ên lêpirsîna Koba Nergadze û Aleksandr Revazîşvîlî bi dest xist.

    Di doza gulebarankirina Maydanê de xala werçerxê ya nû. Nûçegihanê Sputnikê bi nîşanbazên gengaz re hevdîtin pêk anî. Nîşanbaz ji Gurcistanê ne û amade ne îfadeyê bidin dadgeha Ûkraynayê. Ajansa Sputnikê protokolên fermi ên lêpirsîna Koba Nergadze û Aleksandr Revazîşvîlî bi dest xist. Tesadufeke balkêş: serokê berê yê Gurcistanê Mîxaîl Saakaşvîlî piştî ku Sputnikê ragihand ku wê lêkolîna xwe ya derbarê gulebarankirina Maydanê de  biweşîne, ji Ûkraynayê hate dersînorkirin. Saakaşvîlî gereke piştî rojekê derbazê doza nîşanbazan de gereke biderketa pêşberî dadgehê.

    Lêpirsîn di çarçoveya  qanûna ceza a Destûra Ûkraynayê de ji alîyê parêzer Aleksandr Goroşînskîy û Stefan Reşko ve hatin derbazkirin. Herdu parêzer jî niha li dadgeha herêma Svyatoşînskîy ya Kîyevê berjewendîyên xebatkarên berê yên tîma taybet a ûkraynî `Berkût`ê diparêzin.  Nergadze û Revazîşvîlî bi fermi ragihandin ku amade ne `îfadeyên rast bidin parêzer û dadgehê`.

    Nîşanbazên gengaz derbarê xwe û jîyana xwe ya li Gurcistanê de zanyarîyên berfireh didin. Herdu jî di wextê xwe de layengirên bi çalak ên Saakaşvîlî bûne. Nergadze ajanê koma wek Sonderkomando tê binavkirin bûye. Revazîşvîlî jî endamê rêxistina bi nave `Herêma Ewle`. Her du jî bi tirsandin, derbkirin û provokekirina opozîsyoneran ve mijûl bûne. Nergadze perwerdeya vê xebatê li Yunanistan, Almanya û Lîtvanyayê wergirtiye. Perwerde bi taybet di ware xebata di nav xwepêşandêran de ya di ware komkirina zanyarîyan, birêxistinkirina mirovan û sazkirina rewşên konflîkt de bûye.

    Ew li ser talîmata şewirmendê leşkerî yê Saakaşvîlî, Mamûkî Mamûlaşvîlî, ku niha fermandarê `lejiyona gurcî` ye ya li Donbassê li alîyê Kîyevê şer dike,  diçine Ûkraynayê.

    Ji îfadeyên nîşanbazan de yekser dîyar dibe ku pirsa derbarê gulebarandinê de bi Andrey Parûdî û Sergey Paşînskîy (Serokê niha yê Parlamentoya Ûkraynayê û Serokê Komîteya Parastin û Ewlekarîyê ya Parlamentoya Ûkraynayê) re hatîye gotûbêjkirin. Nîşanbazan talîmat jî ji leşkerê berê yê amerîkî yê bi nave Krîstofer Brain wergirtine. Çekên ji bo konservatûvar û otêla `Ûkrayna`yê jî ji alîyê Paşînskîy û koma pê re ve hatine birin. Roja 20ê Sibata sala 2014an, roja gulebarandina girseyî, Paşînskîy bi xwe jî ji tivinga otomotîk gule barandine. Vladîmîr Parasûk jî, ku wê demê wek serpelê Maydanê tev digere û dibe efserê tabûra `Dnepr` û paşê jî parlamenter,  ji karabîna `Sayga` guleyan dibarîne.

    Ji bo xebata li Maydanê tîma Nergadze 10 hezar dolaran distîne û ji wan re soz tê dayîn ku piştî vegera wan 50 hezar dolarên din jî bistînin.

    Îro Negradze û Revazîşvîlî xwe li Ermenistanê vedişêrin. Sedemê banga wan a ji bo dadgeh û rojnamevanan ew e ku ewlekarîya jîyana xwe dabîn bikin. Wan jî peyamnêrê Sputnikê re gotin ku gelek kesên ku di gulebarankirina Maydanê de beşdarî kirin, bi awayên sosret jîyana xwe ji dest didin.

    Protokola lêpirsîna Koba Nergadze, Aleksandr Revazîşvîlî

    • Îfadeya Aleksandr Revazîşvîlî ya ji bo parêzer, ku amade ye heman îfadeyê di dadgeha ûkraynî de jî bide.
      Îfadeya Aleksandr Revazîşvîlî ya ji bo parêzer, ku amade ye heman îfadeyê di dadgeha ûkraynî de jî bide.
      © Sputnik /

    • Îfadeya Koba Nergadze ya ji bo parêzer, ku amade ye heman îfadeyê di dadgeha ûkraynî de jî bide.
      Îfadeya Koba Nergadze ya ji bo parêzer, ku amade ye heman îfadeyê di dadgeha ûkraynî de jî bide.

    1 / 13
    © Sputnik /
    Îfadeya Aleksandr Revazîşvîlî ya ji bo parêzer, ku amade ye heman îfadeyê di dadgeha ûkraynî de jî bide.

    ÎFADEYÊN KU REVAZIŞVILI LI DADGEHÊ DAYE PARÊZERAN

    Li gorî îfadeyên Aleksandr Revazişvili ev kes sê caran çûye Ûkraynayê.

    “Di Adara 2013an de Mamuka Mamulaşvili û Koba Habani j imin re pêşniyar kir ku em bi komekê re biçim paytexta Ûkraynayê Kievê. Mamulaşvili dizanîbû ez di warê pisporiya leşkerî de nîşangir im û ji bo di hilbijartina sengerên nîşangiran de şêwirmendiyê bikim,  em çûn cihên avahiyên li herêma Qada Kreşatîkê lêkolîn bikin. Ji bo gerê 500 dolar pêşniyar kirin û ger min red bikira, dê bi îhtimala herî baş ez ji kar biavêtama. Ji ber ku li saziya me kesên qebûl nekirana, pêkan bû bihatana cezakirin. Di dema axaftina me de Mamulaşvili got, di demeke nêzîk de li Ûkraynayê dê xwepêşandanên gel destpê bikin û dibe pêwistî bi nêrînên min hebe.”

    “Di dawiya meha adarê de Mamulaşvili, Dato Gogohiya, Avtondil Kermulariya, Merab Kipiani û ez ji Tîflîsê çûn Kievê. Roja din em bi Mamuka Mamulaşvili re hatin û me ew herêm kontrol kir û me avahiyên bilind lêkolîn kir. Di encama kontrolkirinê de me ev der hilbijartin: “Qesra Cotmehê, Konservatûar û Otêla Ûkraynayê.”

    “Di Îlona 2013an de em heman tîmê re çûn Kievê. Me dîsa herêma li derdora qadê lêkolîn kir.”

    ‘PEYWIRA ME SORKIRINA XWEPÊŞANDERAN Û ÊRÎŞKIRIN BÛ’

    Di dawiya Rêbendana 2014an de Koba Habani ez bangî Gogohiya, Kermulariya ve Kipianiyê kir û fermana çûna Kievê da min. Ji bo me her yekî 1000 dolar da û soz da ku di dema bidawîbûna kar de jî dê 5 hezar dolarên din bide. Li Meydanê Habani ferman da me. Peywira me sorkirina xwepêşanderan û êrîşkirin bû. Koma me ya di nav xwepêşanderan de kevir û Molotof avêt endamên Berkutê û tundî bi kar anîn.”
    “Heta 15ê Sibatê wisa berdewam kir: Mamulaşvili ligel yekî ûkraynayiyê bi navê Andrey, leşkerekî berê yê amerîkayî Christopher Brian û mirovekî bi kamuflaj ku wekî perwerdekarê me da nasîn, hat konê me. Mamulaşvili ji me re got, em ketine koma Andrey. Andrey got, divê em di nav avahiya konservatûvarê de bidin pey wî.”

    Li gorî îfadeyan Revazişvili paşê gotiğe navê rastîn yê wî kesî Sergey e. (Serokê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Radaya Bilind û Parastinê ya Ûkraynayê Sergey Paşnskiy).

    “Em wekî 4 kesan derbasî avahiya konservatûarê bûn û me li odeyeke qatê duyem xwe bi cih kir. Her kes tene girêdayî Paşinskiy bû.”

    Li gorî îfadeyên Revazişvili êvara 18ê sibatê ji bo wan çek anîn.
     
    “Paşinskiy û çend kesên din çenteyekî tijî çek anîn odeyê. Bi piranî tifingên SKS Karabina bûn. Di destê Paşinskiy de qûndaxa vekirî ya tifinga keleşê ya totomatîk hebû.”
    “Paşinskiy ji bo ker kesî qerebîn û pakêteke guleyan da. Li odeyê ciwanek û bavê wî hebûn. Paşê ez ji televîzyonê hîn bûm ku paşnavê wan Parasyuk e. Zilamê ciwan her tim bi navê ‘Batya’ xîtabê zilamê îxtiyar dikir û ji ber vê min fêm kir ew bav e.” (Vladimir Parasyuk – Rayedarê dewleta Ûkraynayê, siyasetmedar û wekîlê Radaya Bilind ya Ûkraynayê)
    “Paşinskiy ji bo guleberdanê ji min xwest ku ez di warê hilbijartina sengerê de alîkariya wî bikim û got, “Dibe ku Berkut bi şev êrîşê avahiya konservatûarê bike, ji ber ku Yanukoviç di warê lidarxisitna hilbijartinên serokatiya dewletê bi Ewropayê re li hev kir û qad beval bibe. Divê em destûrê nedin vê yekê.”

    ‘2-3 GULEYAN BERDIN Û SENGERA XWE BIGUHERÎNIN’

    “Şeva 20ê Sibatê… Derdora saet 19.30an de, dibe jî di demeke hîn dereng de be, Paşinskiy ferman da her kesan ku xwe amade bikin û herwisa ferman da tîmê ku piştî çend deqeyan guleyan bireşînin: Li dijî xwepêşanderan û Berkut 2-3 guleyan berdin û tavilê sengerên xwe biguherînin.”

    “Paşinskiy bi tifinga xwe ya otomatik gule berdan. Parakyukê ciwan bi Qerebîna ‘Sayga’yê, bavê wî jî bi Qerebîna SKSê gule reşand. Piştî çend deqeyan min ji aliyê Otêla Ûkraynayê dengê çekan bihîst. Ji wî alî ve gule hîn zêde hatibû berdan. Bi qasî 10-15 deqeyan ji konservatûarê gule hatin berdan.”

    Aleksandr Revazişvili di îfadeyên xwe de diyar kir ku piştî fermana Paşinskiy ya ‘çekan berdin û avahiyê biterikînin’ êrîş bi dawî bû û vegeriyan çadıra li qadê.

    “Xwepêşander di nava xwe de dipeyivîn û min bihîst ku hinek difikirîn zilamên wan bi xwe gule berdane, hinekên din jî difikirîn ku polîsan an jî Berkut gule berdane. Di desten hinekan de çek hebûn. Tifinga nêçîrê ya qerebînê. Mirov bi hêrs bûn. Roja din li qadê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Min axaftina Kliçko Yatsenyuk ya bi megafonê bihîst û hinek axêver anîn ziman ku Yanukoviç êrîşa nîşangir organîze kir û Berkut ferman daye.”

    Paşê Aleksandr hîn bû ku yek ji wan kesên bi wî re hatine Ûkraynayê miriye. Ji ber ber tirsa kuştina xwe axa Ûkraynayê terikand.

    Daxaznameya Aleksandr Revazîşvîlî ji bo organên dadgerîya Ûkraynayê

    Daxwaznameya Aleksandr Revazîşvîlî ya ji bo organên dadgerîyê yên Ûkraynayê, ku amade ye îfadeyê bide.
    © Sputnik /
    Daxwaznameya Aleksandr Revazîşvîlî ya ji bo organên dadgerîyê yên Ûkraynayê, ku amade ye îfadeyê bide.

    ÎFADEYÊN KU NERGADZE LI DADGEHÊ DAYE PARÊZERAN

    “Di Berfanbara 2013an de Mamuka Mamulaşvili hemû xebatkarên serwîsê (serwîsa ewlehiya nepenî ya girêdayî Wezareta Parastinê) kom kir û ji bo alîkariya xwepêşanderan got, divê tavilê biçin Ûkraynayê.”

    Koba Nergadze diyar kir ku ew bi pasaportên sixte derbasî Ûkraynayê bûne:

    “Mamulaşvili li Balafirxaneya Tiflisê pasaportên me kom kirin û di ber peywirdarên ewlehiya sînor re derbas bû û peywirdar hişyarî neda. Mmaulaşvili di balafirê de pasaportên ku bi navê cüda hatine amadekirin, belav kirin. Min pasaportaya xwe ya bi navê Karusanizde Georgiyê di sala 1977an de ji dayik bûbû, girt. Gava em li Kievê daketin li balafirxaneyê kesekî bi navê Andrey em pêşwazî kir (paşê min bihîst paşnavê wî Parubiy e)” (Ji 14ê Nîsana 2016an ve Serokê Radaya Bilind ya Ûkraynayê ye)

    Li gorî gotinên Koba Negadze heta dawiya rêbendanê bi piranî li Otêla Ûkraynayê bi cih bûn.
     
    ‘MIN BIHÎST KU LEŞKERÊ BERÊ YÊ AMERÎKAYÎ NÎŞANGIR E’

    ‘Bi texmînî di 10ê Sibata 2014an de Mihail Saakaşvili, Mamuka Mamulaşvili, Andrey Parubiy, Andrey Paşininskiy û kesekî bi kamûflaj hatin cem me. Saakaşvili mirovê bi kamûflaj wekî leşkerê berê yê amerîkayî Christopher Brian da nasîn. Paşê min ji Mamulaşvili bihîst ku Brian di artêşa Amerîkayê de wekî nîşangir peywirê dike.”

    “Bi texmînî êvara 18ê Sibatê Andrey Paşinskiy û çend kesên din yên min ew nas nedikirin, bi çenteyên mezin hatin otêlê. Ji çenteyan tifingên otomotîk yên keleş yên bi kalîbreya 7.62 mm, tifingên Qerebîna yên SKSê, tifingeke SVDê ya bi nîşangeha optîk û tifingeke Qerebîna ya ji derveyî derxistin. Herwisa ji bo her çekê pakêteke gule belav kirin. Mamulaşvili got, peywira me ew e ku em ê destûrê nedin hilbijartinên Serokatiya Dewletê ya Ûkraynayê. Bereksê wê qad wê belav bibe.”

    “Di derengiya seva 19ê Sibata 2014an de Mmaulaşvili hat cem min û got, “Koba sibe wê rojeke dijwar be. Peywira me ya sereke ew e ku divê em li qadê kaosê derxînin û bêyî cudakirina xwepêşander û polîsan guleyan berdin. Ya herî girîng bi qasî 15-20 deqeyan em ê Piştî vê yeke divê ez her kesî bigirim û bibim Tiflisê.” Ji bo ku me peymaneke wisa dananîbû û li Tiflisê tiştekî wisa ji me re nehatibû gotin, ez hêrs bûm. Mamulaşvili di civîna xwe ya duhî de biryar girt ku ew derbasî plana Byê bûye û ji bo vê yeke fermaneke hatiye dayîn.”
     
    “Gava ji bo komên asta jor brîfîng hat dayîn, ez jî li wir bûm. Brian bi îngilizî brîfîng dida. Mamulaşvili werdigerand. Plana operasyonê wisa hat diyarkirin: Koma bi serokatiya Paşinskiy derbasî konservatûarê dibe. Ev kom, ji ûkraynayiyan, lehan, gurcuyan û lîtvanyiyan pêk dihat. Koma Paşinskiy dê ji avahiya konservatûarê gule bireşanda û piştî 3-4 deqeyan koma li Otêla Ûkraynayê dê dest bi gulebaranê bike, bi rêzê û bi navbera deqeyeke an 2 deqeyan dê gule werin berdan. Li gorî planê ji bo ku cihê nîşangir lê bû, ji aliyê polîsan ve neyê tespîtkirin gulebarandin dê 20 deqe derbas nekira.”

    “Di saetên serê sibehê de, di nêzikî saet 08.00an de min ji aliyê avahiya konservatûarê ve dengê guleyan bihîst. Piştî 3-4 deqeyan koma Mamulaşvili ji Otêla Ûkraynayê gule hatin berdan. Ez li qatê sêyan li korîdorê bûm û gava li wî qatî digeriyam min dît ku nîşangiran li odeyên ku paceyên wan vedibin qadê, guleyan berdidin û min dît ku piştî her teqînê hevalê wî paceyê digire û beriya teqînê jî pace vedikir. Herdu nîşangir piştî teqînê derbasî odeya din dibû û teqîna din pêk dianî. Ez dikarim bibêjim wan nîşangiran di nava 20 deqeyan de 4-5 caran gule berdidan. Ji vir şûnde li gorî planê meşiya: N3işangir çek li odeyê hiştin û bi lez ji otêlê veqetiyan.”

    Daxaznameya Koba Nergadze ji bo organên dadgerîya Ûkraynayê

    Daxwaznameya Koba Nergadze ya ji bo organên dadgerîyê yên Ûkraynayê, ku amade ye îfadeyê bide.
    © Sputnik /
    Daxwaznameya Koba Nergadze ya ji bo organên dadgerîyê yên Ûkraynayê, ku amade ye îfadeyê bide.

    Bilêtên balafirê yên di dema bûyerên Maydanê de ber bi Kîyevê ve çûna Koba Nergadze û Aleksandr Revazîşvîlî piştrast dikin*

    Kopiya bilêta balafirê ya Aleksandr Revazîşvîlî yak u pê çûye Ûkraynayê.
    © Sputnik /
    Kopiya bilêta balafirê ya Aleksandr Revazîşvîlî yak u pê çûye Ûkraynayê.

    Kopiya bilêta balafirê ya ser nave Karusamîdze Georgîy a ku Koba nergadze di sala 2013an de pê çû Ûkraynayê.
    © Sputnik /
    Kopiya bilêta balafirê ya ser nave Karusamîdze Georgîy a ku Koba nergadze di sala 2013an de pê çû Ûkraynayê.

    * Mamûko Mamûlaşvîlî pasaporta li ser nave Georgîy Karûsamîdze hatî çêkirin dide Nergadze

    Etîketan:
    Maydan, Rûsya, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de