10:58 26 Gulan 2018
Salvega bûyerên Maydan a Ûkraynayê

`Li hemû armancên li Maydanê bidin`: Delîlên nû yên nîşanbazên gurcî

© Sputnik / Stringer
Nûçe
Lînkê kurt
0 10

Peyamnêrê RIA Novostî bi nîşanbazên gengaz ên di gulebarankirina Maydana Kîyevê de beşdarî kirin re hevdîtin pêk anî. Ew nîşanbaz welatîyên Gurcistanê ne û îdia dikin ku ferman ji lîderên Maydanê wergirtine. Ji bilî wê jî ferman hatîye dan ku ji bilî hêzên ewlekarîyê, xwepêşandêr jî hedef bêne girtin ku krîzeke sîyasî provoke bikin.

Andrey Veselov

Roja 20ê meha Sibata 2014an li Maydana Kîyevê ji alîyê kesên nenas ve agirê nîşanbazîyê hate barandin û 53 kes hatin kuştin, ku 49 ji wan xwepêşandêr û 4 ji wan jî hêzên ewlekarîyê bûn. Lîderên opozîsyonê û nûnerên DYA û YEyê bi lez û bez `rejîma Vîktor Yanûkovîç` tawanbar kirin. Lêpirsîna fermi xitimî: tawanbarên ji Gurcistanê heta niha jî nehatine peydakirin. Peyamnêrê RIA Novostî bi nîşanbazên gengaz re hevdîtin pêk anî. Ew nîşanbaz welatîyên Gurcistanê ne û îda dikin ku ferman ji lîderên Maydanê wergirtine. Ji bilî wê jî ferman hatîye dan ku ji bilî hêzên ewlekarîyê, xwepêşandêr jî hedef bêne girtin ku krîzeke sîyasî provoke bikin.

Îdaya ku gulebarankirina Maydanê ji alîyê nîşanbazên gurc ve hatîye pêkanîn, ji alîyê fermandarê berê yê yekîneyên taybet `Avaza` ya artêşa Gurcistanê general Trîstan Tsîtelaşvîlî ve hate ragihandin. Tsîtelaşvîlî li Abxazyayê şer kir û di şerê meha Tebaxa sala 2008an a wek `şerê pêncrojî` jî tê binavkirin de beşdarî kir. Lê, paşê bû dijminê sereke yê Mîxaîl Saakaşvîlî, ku hewl da têkçûna xwe têxe stûyê leşkeran.

Polîsan li ser mala Tsîtelaşvîlî de girtin û ew desteser kirin. Di dema operasyonê de lawê general ê piçûk jî hate derbkirin. Ji general daxwaz kirin ku derbarê `komploya generalan` a sexte de li xwe mikur were, ku xwedêgiravî ji ber wê komployê Gurcistan di şerê 2008an de têk çû ye. General ew daxwaz red kirin û ji wê rojê heta niha dijminê Saakaşvîlî ye.

Tsîtelaşvîlî ji RIA Novostîyê re  got ku”Hêj di sala 2014an de min dizanî ku nîşanbazên li Maydanê ji Gurcistanê ne û ji bo gulebarankirina Maydanê hatine arestekirin. Beşek ji wan di artêşa Gurcistanê de di bin fermana min de bûn. Heta niha jî hinek ji wan li Ûkraynayê ne û di tevgerên çekdarî de beşdarîyê dikin. Hinek ji wan jî vegerîyan. Demeke dirêj ji tirsa dengê xwe dernexistin. Niha jî ditirsin! Wek şahidên bûyerê dikarin ji hole bêne rakirin”.

Di nav gel de nave me Sonderkomando bû

Yek ji wan ku general Tsîtelaşvîlî behsê wan dike Koba Nergadze ye. Yek ji fermandarên artêşa Gurcistanê. Di salên 2003-2004an de di çend operasyonên taybet ên li herêma Ergenetî ya di navbera Gurcistan û Osetya Başûr de beşdarî kir. Nergadze li ser vê mijarê wisa got: “Me li dijî mişextvanîyê tekoşîn dikir`. Herêm di navbera bazirganên gurc û oseti de hatibû parvekirin. Carna konflîktan rû didan û carna jî bi hêzên leşkerî yên osetî re pêvçûn derdiketin. Tîma me wê demê 11 yan jî 12 kes winda kir, baş nayê bîra min. Jimara giştî ya windahîyên artêşa Gurcistanê 45 kes bûn”.

Di sala 2006an de  bi rutbeya serpel ji beşa teçhîzata leşkerî istifa kir û piştî demekê di bin hîmayeya Mamûkî Mamûlaşvîlî de li ajansa ewlekarîyê ya Wezareta Parastinê ya Gurcistanê de dest bi kar kir. Mamûlaşvîlî îro fermandarê lejyoneke gurcî ye, ku li rojhilatê Ûkraynayê li alîyê Kîyeva fermî di tevgerên leşkerî de beşdarîyê dike. Koba Nergadze di axaftina xwe de got: “Min Mamûlaşvîlî li artêşê di pirozbahiya rojbûna hevalekî xwe de nas kir”.

Nergadze axaftina xwe wiha domand: “Me di heman demê de bi awayeke fermi ewlekarîya mîtîngên li Tibilîsê dihatin lidarxistin jî dabîn dikir, ku rê li ber pêvçûnên di navbera layengir û dijberên Saakaşvîlî de bigirin. Lê di rastîyê de ji me re ferman hatibû dayîn ku em mîtîngên opozîsyonê têk bibin. Erka me her weha şopandina nûnerên opozîsyonê bû.

Li gor daxwaza fermandaran ger  pêwist baya xebatkarên tîma me lîderên opozîsyonê jî derb dikirin. Wek her tim, ew çalakî jî me bi maskeyan pêk dianî. Gel nave Sonderkomando li me kiribû. Xebatkarên me cihê xebatê û karên ku dikirin ji kesê re nedigotin”.

Ajan bi taybet ji `serdesteyan (onbaşî)` pêk dihatin, ku yek ji wan jî Nergadze bû. Serdesteyên din jî ên ku ew wan nas dike Georgîy Saralîdze, Merab Kîkabîdze û Davîd Makîaşvîlî bû.

Di axaftina bi RIA Novostî re Koba Nergadze behsa hinek `tarîfeyan` jî kir. Ji bo nimûne, ji bo derbkirina parlamenterên opozîsyonê 1000 dolarên DYAyê werdigirtin.

Di meha Berfanbara sala 2013an de Mamûlaşvîlî `serdeste` ji bo civînê kom kir û erka wan a nû kifş kir: gereke demildest biçin Ûkraynayê û alîkarîya xwepêşandaran bikin. Ji bo koma Negradze 10 hezar dolar hatibû veqetandin. Her weha sozê 50 hezar dolarên din jî dan û gotin ku piştî vegerê wê bêne dan. Bi pasaportên sexte çûne Ûkraynayê. Nergadze bi xwe bi pasaporta li ser nave Georgîy Karûsanîdze (1973 sala jidayikbûnê) derbaz bû.

Tîma wan li Kîyevê li kolana bi nave Ûşînskîy hate bi cihkirin. Li gor gotinên Negradze, her roj wek ku biçin xebatê diçûne Maydanê: “Erka me ew bû ku em pergalê dabîn bikin. Ji bo ku rê nedin serxweşbûnê, dîsîplînê dabîn bikin, provokatorên ji alîyê desthilatê ve hatinî şandin bigirin”. Nergadze cejna sersalê li otêla `Ûkrayna` pîroz kir ku êdî di dest xwepêşandêran de bû.

Yek ji leşkerên berê yên artêşa Gurcistanê ku di dema gurbûna bûyeran de serdana Kîyevê kir Aleksandr Revazîşvîlî bû. Piştî xizmeta leşkerîyê, li Gurcistanê aktîvîsteke rêxistina layengirên Saakaşvîlî ya bi nave `Herêma Ewle` bû. Li gor gotinên wî, `Erka wî herikîna di nav refên opozîsyonê  û derxistina şer û provokasyonan bû. Serokatîya rêxistinê Koba Xabazî dikir, ku Revazîşvîlî û Mamûlaşvîlî bi hev dan nasandin.

Di nava meha Sibatê de Revazaşvîlî, Xabazî û çar nûnerên din ên `Herêmên Ewle` bi sefera şîrketa hewayî MAU çûne Kîyevê. Li wê derê li kolana bi nave Vozdûxoflotskîyê hatin bi cihkirin û paşê ber bi konservatûvara ji alîyê opozîsyonê hatî bidestxistin ve hatin veguhastin.

Sergey Paşînskîy çek anîn

Nergadze got: “Roja 14 yan jî 15ê Sibatê ez, Kîkabîdze, Makîaşvîlî, Saralîdze û navên ên mayîn nayê bîra min, em li qata sêyemîn a otêla `Ûkrayna` li odeyên cuda bi cih kirin. Parûbîy (Andrey Parûbîy sîyasetmedarê ûkraynî yê rastgirê tûndrew, di dema tevlihevîyên li Kîyevê `rêvebirê Maydanê`, ji sala 2016an ve serokê Parlamentoya Ûkraynayê – Nota red.). Parûdîy ji bo me axaftinek kir: `Pêwistî bi alîkarîya gelê bira heye û di demek nêz de wê erkeke me hebe`. Lê, derbarê erkê de tu hûrgilî nedan. Heta wê demê min êdî dît ku di destên xwepêşandêran de çek hene: demançe û tifingên nêçîrê. Di vê hevdîtinê de keseke bi nave Krîstofer Braîn jî hebû, ku wek leşkerê berê yê amerîkî hate nasandin”.

Negradze axaftina xwe wiha berdewam kir: “Êvara 19ê Sibatê Sergey Paşînskîy û çend ciwanên nenas bi çenteyên mezin derbazî otêlê bûn. Ji çenteyan karabînên SCS, çekên Kalaşnîkov yên bi kalîbreya 7,62 û çekên SVD karabînên hîlberîna dewletên bîyanî derxistin. Paşînskîy ji me re got ku ew çek ji bo `xweparastinê` pêwistin. Lê pirsa min a emê xwe ji kê biparêzin bêbersîv hişt û ji odeyê derket”.  

Wê demê di navbera Nergadze û Mamûlaşvîlî de axaftinek derbaz dibe. Mamûlaşvîlî behsa `erkeke taybet` dike û dibêje ku pêwistî bi bikaranîna çekan li hember xwepêşandêr û polîsan heye, ku li Maydanê kaos çê bibe. Jê re dibêje ku piştî bicihanîna `erkê` ew ê pereyên ku jê re soz daye, razî bike.

Li gor behskirina Revazîşvîlî, di heman rojê de çekan dibin konservatûvarê jî: “Mamûlaşvîlî, Saralîdze yş bi bernavkê Maliş û li dora 10 kesên din ên ku ez wan nas nakim hatin. Mamûlaşvîlî bi zimanê gurcikî got: `Mîşa li kû ye?` Wî bersîv da:`Li bal barûtê ye`. Paşê ew çûn. Piştî demekê Paşînskîy û çend kesên din çenteyên bi çekan ve tuje anîn. Bi piranî karabînên SKS hebûn. Di destê Paşînskîy de jî çeka Kalaşnîkov  a bi  qontaxa vekirî hebû.

Di nav kesên amade de Vladîmîr Parasûk jî hebû – yek ji rêvebirên `komên` Maydanê, ku paşê bû fermandarê liqa 4emîn a tabûra `Dnepr` û parlamenterê meclîsa Ûkraynayê. Revazîşvîlî got:“Paşînskîy ji min daxwaza alîkarîyê kir ku pozîsyona ji bo nîşangirtinê hilbijêrim û got ku ihtimal heye ku `Berkût` şev êrişê li konservatûvarê bike û xwepêşandaran belav bike.

Li dora 4 yan jî 5ê sibê min dengê guleyan bihîst. Deng ji alîyê Qesra Oktoberê ve dihat. Paşînskîy rabû bêtêl wergirt bi denkeke bilind qêrîya ku wext hêj nehatîye û bila dest ji gulebarandinê berdin. Gulebaran demildest rawestîya. Li dora 7:30an (dibe ku derengtir jî be) Paşînskîy ferman da ku herkes amade be û dest bi gulebarandinê bike. Ji me re got ku du-sê guleyan berdin û pozîsyona xwe biguherînin. Gulebaranê li dora 10-15 xulekan berdewam kir. Piştî wê ferman hate dayîn ku çekan bavêjin û ji avahîyê derkevin. 

Paşê ew vegerîya Maydanê. Bihîst ku mirov gelek bi kezeb in û difikirin ku `Berkût`ê gule barandine. Hinekên din jî difikirîn ku xwepêşandaran gule berda ne. Min fêm kir ku dawîya wî karî dikare ne baş be û ez rast bi rewşeke xerab hatime. Dikarin min hema li vir perçe perçe bikin eger bizanibin ku min jî gule berda ne”.

Nergadze jî axaftina xwe weha berdewam kir: “Serê sibeha roja 20ê Sibatê, li dora saet 8an min bihîst ku ji alîyê konservatûvarê dengê çekan tê. Piştî 3-4 xulekan koma Mamûlaşvîlî ji paceyên qata sêyan a otêla `Ûkrayna`yê dest bi gulebarandinê kirin. Piştî guleberdinê derbazî odeya din dibûn û dîsa dest bi berdana guleyan dikirin. Dema her tişt qedîya ji me daxwaz kirin ku em ji wê derê biçin. Di heman rojê de ez û Bejo bi hev re çûne Tbilîsê”.

Efserê berê yê artêşa Gurcistanê perêyên ku gereke bistanda jî nikarî wergire. Îro ditirse ku `hevalên` wî yên berê ji wî tolê wergirin.

Koba Nergadze û Aleksandr Revazîşvîlî amade ne ku van gotinên xwe li dadgeha Ûkraynayê jî dubare bikin. Kopîyayên ifadeyên fermi li redaksîyona RIA Novostî de ne, ku wan her weha ji parêzer Aleksandr Goroşînskîy û Stefan Reşko re jî raber kirine ên di dadgeha herêma Svyatoşînsk a Kîyevê berjewendîyên karmendên berê yên `Berkûtê` diparêzin. Her weha li redaksîyona RIA Novostî kopiyayên bilêtên balafirê yên ku di dema bûyerên li Maydanê ber bi Kîyevê ve çûna Nergadze û Revazîşvîlî piştrast dikin hene.

 

Etîketan:
Nîşabaz, Gurcistan, Ûkrayna, Ûkrayna
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de