00:30 25 Gulan 2018
    Recep Tayîp Erdogan

    Erdogan: Ez ji ankêtan bawer nakim

    © Sputnik /
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    AKP heta 3 mehan ankêtan çênakin. Bi daxwaza Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan AKP heta 3 mehan wê bê ankêt bimîn e. Sedem jî pê nebawerî ye

    Li gor nûçeya Hurriyetê civîna MYKyê ku di bin serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hat kirin de biryara ku AKP heta 3 mehan ankêtan lidarnexin hat stendin. Di lêkolînên beriya operasyona Efrînê de derket holê ku gilîkirinên bo piştgiriya Qudsê û rûdanên aboriyê zede bûne. Erdogan li ser van lêkolînan aniye ziman û gotiye: Ez ji van ankêtan bawer nakim. Li ser vê daxuyaniya Erdogan biryar hat stendin ku heta 3 mehan anket nema tên çêkirin.

    Rêvebirên partiye jî daxuyandin ‘'Nêzî hilbijartinan emê ankêtan çêbikin. Her meh ji ankêtan 100 hezar lîrê pere tên xerçkirin. Serokomar kengî biwaze wê demê anket wê bên çêkirin.

    Hat ragihandin ku di hilbijartina şaredaran de partiyê hin pirsgirêk jiyane. Li hin bajaran şaredaran di anketan de xwe wek serkeftî nişan da ne.

    Bi heman mijarî:

    Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
    'Bila AKP navê xwe bike ZKP'
    AKP dixwaze unwana ‘gazî' bide Erdoganî
    Etîketan:
    anket, hilbijartin, AKP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de