14:55 22 Gulan 2018
    serokê partiya chpê kemal kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu banga pêwendiya bi Esed re kir û silav ji leşkerên şerê Efrînê dikin re şand

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê CHPê bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir û wiha got: Demildest bi hikûmeta Sûriyeyê re bikevin têkiliyê. Helwesta hikûmeta Sûriyeyê jî û ya me jî fikra yek perçeyek tevahiya erdê Sûriyeyê ye.

    Serokê Partiya Komara Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di kongreya asayî ya hilbijartina serokatiyê ya partiya xwe de axivî.

    Serokê CHPê bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir û wiha got: Demildest bi hikûmeta Sûriyeyê re bikevin têkiliyê. Helwesta hikûmeta Sûriyeyê jî û ya me jî fikra yek perçeyek tevahiya erdê Sûriyeyê ye. Heke wê tevahiyê erde Sûriyeyê bê parastin û rijandina xwînê bisekine, divê demildest bi hikûmeta Sûriyeyê re bikevin têkiliyê.

    'ARTÊŞ NE YA TE YE YA MUSTAFA KEMAL E'

    Kemal Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de ji leşkerên artêşa tirk re silav şand û got: Leşkerên me yên Mutafa Kemal li Efrînê têkoşînê didin, ez silavan ji leşkerên di şerê Efrînê de têkoşînê didin re dişînim. Wek CHPê me jî helwesta xwe ya milî nişan da, hin kes operasyona Efrînê wek biryara partiya xwe dibînin û pêşkeşî gel dikin. Artêş ne artêşa te ye ya Mustafa Kemal e.

     

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Erdogan ji piştgiriya me ya Efrînê aciz e
    Kemal Kiliçdaroglu: Erdogan bila kesên ku bi kefên pêşwaziya wî dikirin bişîne Efrîne.
    Reqîbê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu eşkere bû
    Kiliçdaroglu: Tirkiye dişihibe Almanyaya 1940î
    Kiliçdaroglu: Çima artêşa me xwe li pişt ASAyê vedişêre?
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de