18:43 19 Nîsan 2018
    Vladimir Putin û Nursultan Nazarbayev

    Nazarbayev Pûtînî ji bo serkeftina kongreya Soçiyê pîroz kir

    © Sputnik / Alexei Nikolsky
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê Dewleta Kazakistanê Nursultan Nazarbayev derbarê Konseya Diyaloga Niştimanî ya Soçiyê de axivîn. Herdû serokan anîne ziman ku birayarên di kongreyê de hatine stendin ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê weke hewldanek mezin e.

    Di daxuyaniya ji Kremlînê hat dayîn de, hat ragihandin ku Nazarbayev di axaftina bi telefonê de ji ber serfiraziya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Soçiyê Pûtîn pîroz kiriye.

    Herdû serokan biryarên di kongreyê de hatine stendin ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyeyê, weke hewldanek mezin nirxandin û xwestine ku xebatên wek formata Astanayê jî bidomin.

    ENCAMNAMEYA SOÇIYÊ

    Encamnameya Konseya Diyaloga Niştimanî ya Soçiyê ragihandibû ku wek yek perçeyek ji tevahiya erdê Sûriyeyê re rêz bê girtin û divê bitenê gelê Sûriyeyê bikaribe hikûmeta Dewleta Sûriyeyê diyar bike.

    Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku piştî şerê 7 salan di prensîbên azadkirina Sûriyeyê de hevkarî derketiye holê û bi rêya demokrasiyê divê aramiya welêt bê parastin.

    Bi heman mijarî:

    Birêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakurê Sûriyê: Em kongreya Soçî nas nakin
    Erdogan bi Pûtîn re mijara Soçî û Idlibê axivî
    Nebenzya: Soçî wê pevajoya Cenevreyê zindî bike
    Birêveberê ENKSÊ: Dê PYD beşdarî civîna Soçî nebe, wê 23 rayedaren kurd beşdar bibin
    Etîketan:
    Soçî, Suriye, encamname, Nursultan Nazarbayev, Vladimir Putîn, Kazakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de