22:20 27 Gulan 2018
YPG - HSD

Eksperê rûsî: Wê di berjewendîya kurdan de be eger bi Şamê re li hev bikin.

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Nûçe
Lînkê kurt
0 10

Eksperê Konflîktên Rojhilata Navîn Grîgorîy Lûkyanov ji ajansa Înterfaksê re ragihand ku eger kurd bi artêşa hikûmeta Sûrîyeyê re li hev bikin û destûrê bidin wan ku li Efrînê xalên kontrolê ava bikin, ew yek wê di berjewendîyên kurdan de be û rê li pêşîya êrişa artêşa Tirkiyeyê bigire.

Grîgorîy Lûkyanov destnîşan dike ku eger rêvebirîya Kantona Efrînê û Hikûmeta Sûrîyeyê bi navbeynkarîya Moskowê li hev bikin, artêşa hikûmeta Sûrîyeyê wê berî tirkan xwe bigihîne Efrînê.

Li gor nêrîna eksper, eger artêşa Tirkiyeyê Efrînê dagir bike, çarenûsa rêxistinên sîyasî yên kurd wê bikeve rewşeke wisa ku xwezîya xwe pê neynin. Ji ber wê sedemê ew yek wê di berjewendîyên kurdan de be, eger kurd rê bidine leşkerên hikûmeta Sûrîyeyê ku berî tirkan derbazî Efrînê bibin. Ew yek di heman demê de wê di berjewendîyên Şam û Moskowê jî de ye. 

Eger rêvebirîya Efrînê rê nede leşkerên hikûmeta Sûrîyeyê ku derbazî bajêr bibin, di dest Şam û Moskowê de tu hincet namînin ku pêşî li operasyona berfireh a tirkan bigirin.

Ji alîyê din ve hêj ne dîyar e ka tirk ji bo destpêkirina operasyona leşkerî çiqas amade ne. Kurdên li Efrînê baş hatine biçekkirin  û jimara wan jî zêde ye û ew herêm çend salin di bin kontrola wan de ye. Tirk gereke her weha potansîyela leşkerî a xurt a kurdan û her weha alîyên lawaz ên artêşa xwe jî berbiçav bikin. Tirk eger derbazî Efrînê bibin û dagir bikin jî wê windahîyên gelek giran bidin.

Bi heman mijarî:

YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
Berdevkê Koalîsyonê: Efrîn ne di qada operasyona koalîsyonê de ye
Etîketan:
Operasyon, Tirkiye, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de