06:24 21 Gulan 2018
    İklim değişikliği

    Mirovahî piştî 100 salên din wê tune bibe

    © REUTERS / Stephane Mahe
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Zanyarê ji Înstîtûya Problemên Avê ya Akademîya Zanistan a Rûsyayê Artem Akşîntsev ji Sputnikê re behsa problema herî giring a mirovahîyê tehdîd dike kir.

    Artem Akşîntsev destnîşan kir ku îro problema ekolojîk a herî giring ne bermahiyên plastik û ne jî germbûna kûrewî ye û wiha got: “Problema herî mezin zêdebûna jimara gelheya cîhanê ye. Îro li dora 4 milyar mirov bi zikê birçî radizên û yedekên ava vexwarinê jî bi sînor e”. 

    Li gor gotinên zanyar, ji bilî ekolog û futurologan, çend zanyarên bi bandor ên ji rêxistina civakî ya navnateweyî `Klûba Romayê` bi alîkarîya rêbazên taybet derbarê pêşeroja dinyayê de lêkolînan dikin û li gor pêşbînîyên wan, piştî sed salên din dema jimara gelheya cîhanê bigihije 12 milyar kesan, wê karesata kûrewî rû bide.

    Artem Akşîntsev dibêje ku mirovahî gereke fam bike ku derfetên dinyayê yên fîzîkî, bîyolojîk û ekolojîk ne bêsînor in û dinya nikare ji kapasîteyê zêdetir mirovan bi cih bike. Zanyar, mîfên derbarê germbûna kûrewî ku îro belav dibin jî red dike û îda dike ku germbûna kûrewî tune ye û tenê di avhewayê de guhertin pêk tên.

    Gerimbûna kûrewî

    Artem Akşîntsev sedema germbûna kûrewî wek pêvajoyeke xwezayî bi nav kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Avhewa her tim diguhere, em li serdema navqeşayî de dijîn. Di dîroka cîhanê de 8 perîyodên qeşayî peyda bûne. Perîyoda 9emîn jî li pêş e.  Niha gelek dîmenên helîna qeşayan hene û her weha tê çavdêrîkirin ku li gelek welatan hewa yan sar û yan jî gerim dibe. Lê ev pêvajoyeke xwezayî ye ji ber ku niha di çerxa çalakîyê rojê de guhartin pêk tên”.

    Mirovahîyê herî zêde di wan 100 salên dawîyê de bandor li hawîrdorê kir

    Zanyar sedemên sereke yên bandora li ser hawirdorê wisa rêz kir: “Germahîya dinyayê bi awayeke bi hêz bi çerxa tevgera rojê, bi fealîyeta volkanan û emîsyonên metanê  yên ji kûrahîya zemînê ve girêdayî ye. Bê guman, li vir bandora antropojen jî heye, lê ne gelek zêde ye. Mirovahîyê herî zêde di wan 100 salên dawîyê de bandor li hawîrdorê kirîye.

    Bandora neyênî ya mirovan a li ser hawîrdorê li dora 50 hezar sal berî niha destpê kir, dema mirovahîyê yek ji yasayên dinyayê binpê kir. Anku, mirovahîyê zagona  jînewarîyê ya cinsê binpê kir, dema jînewarîya xwe ya destpîkê terk kir, dest bi xerakirina ekosîstemê jî kir. Mirov bûne sedemê windabûna gelek cinsên candarên cihereng. Em nikarin bibêjin ku tenê di maweya 100 salên dawîyê de mirovahîyê bi awayeke neyênî bandor li hawîrdorê kirîye.Guhertin bênavber rû didin. Di maweya bi dehan salên dawîyê de di encamê pêşketina teknolojîyê de, mirovan gelek navgînên karîgerîyê bi dest xistin, lê bi awayeke bi haydar tev digerin”. 

    Li Okyanûsan giravên ji plastîkan

    Artem Akşîntsev destnîşan kir ku bermahîyên plastik wek tê îdakirin zêde bandorê li hawirdorê nake û sedema wê jî wisa şîrove kir: “Li Okyanûsan wek tê îdakirin giravên ji sergoyê tune ne. Lê, lekeyên sergoyî hene. Bermayîyên plastik ji pêvajoya bêlbûnê derbaz dibin û vedigerine madeyeke wek jelatînê.  Plastîk ji ber ava şor û bandora radyasyona ji rojê, dest bi helînê dike. Ev pêvajo di nav ava şor de zûtir pêk tê û madeyên plastik di maweya salekê de ji alîyê okyanûsê ve têne dehandin”.

    Bi heman mijarî:

    NASAyê aşkere kir: 7 gerstêrkên nû hat dîtin, dibe li ser 3yan av hebe
    Agir an av, wê kî biserkeve?
    Zincîre felaketên 3 dereceyan: Bi milyaran kes dê bê av bimînin
    Etîketan:
    Pêşeroj, Avhewa, Dinya, Dinya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de