13:45 21 Hezîran 2018
Pûtîn û Erdogan

Peskov: Pûtîn û Erdogan li Enqerayê dê rewşa Sûriyeyê biaxivin

© Sputnik /
Nûçe
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro li Enqereyê Kongreya Niştimanî ya Diyalogê jî tê de dê li ser mijara çareseriya pirsa Sûriyeyê biaxivin.

Pûtîn serdana baregeha Hmeymimê kir û li wir vekişîna leşkerên Rûsyayê ya ji Sûriyê ragihand
© Sputnik / Michael Klimentyev
Peskov pirsên rojnamegeran bersivandin û got, "Tê payîn ku Serokê Dewletê Rûsyayê Pûtîn derbarê Seredana xwe ya Sûriyeyê de agahiyan bide Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan. Perspektîfên pirsa çareseriyê û piştî vekişandina leşkerên rûsî dê bê axaftin."

DESTPKÊ AVAKIRINA SANTRALA NUKLEERÎ YA AKKUYUYÊ

Berdevkê Kremlînê Peskov dûbare kir ku dê li ser lîsteya beşdarvanan bixebitin û wisa beyanat da, "Herwiha her du serok dê li ser têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, têkiliyên darayî û aborî, destpêka avakirina santrala nukleerî ya Akkuyuyê û rêkeftin û danustendinên leşkerî biaxivin."

Bi heman mijarî:

Pûtin li ser beşdarbûna xwe ya hilbijartina 2018an daxuyanî da
Pûtin: Di serdema Trumpî de ji dêvla ku têkiliya me bi Washingtonê re baş bibe zirar dît
Kremlîn: Dê Pûtin biryara bersiva toleyên Amerîkayê yên ser Rûsyayê bide
Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtin pesnê hevpeymana newtê ya Rûsneftê da
Partiyeke muxalif a Sûriyê ji Pûtin re name şand
Etîketan:
pirsa çareseriya sûriye, Rêkeftin, Hevdîtin, Erdogan, Peskov, Pûtîn, Enqera, Tirkiye, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de