15:04 21 Çile 2018
Zindî
    Penaberên Sûriyê

    Fermandarê ASAyê: Heye em beşdarî Soçî bibin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Opozîsyona Sûriyê jî bi awayekî erênî nêzî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê dibe ku bi serperiştiya Rûsya û beşdarîya Îran û Tirkiyê ji bo çareseriya krîza li Sûriyê dê li Soçî were li darxistin. Fermandarê Likaya Siltan Murad ya girêdayê ASAyê Ahmed Osman ji Spûtnîkê re axivî û ragihand ku heke ew werin vexwendin dê beşdarî Soçiyê bibin.

    Hikmet Durgun

    Opozîsyona Sûriyê jî bi awayekî êrênî nêzî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê dibe ku bi serperiştiya Rûsya û beşdarîya Îran û Tirkiyê ji bo çareseriya krîza li Sûriyê dê li Soçî were li darxistin. Kongreya Soçiyê ku Hikûmeta Sûriyê, PYDê û ENKSê biryar dane ku tevlî bibine ji aliyên muxalifên Sûriyê ve jî bi awayekî erênî tê pêşwazî kirin. Artêşa Azad ya Sûriyê jî diyar kir ku heke ew werin vexwendin dikarin beşdraî civîn ali soçiyê bibin. Derbarê mijarê de Fermandarê Likaya Siltan Murad ku bi ser ASAyê ve ye Ahmed Osman ji Spûtnîkê re ragihand ku heke em werin vexwendin em dikarin beşdarî Soçiyê bibin û em hêvî dikin ku çareseriyek ji Soçiyê derkeve.

    Osman destnîşan kir ku hîn jî derbarê beşdarbûna Soçiyê de ji wan re tu vexwendname nehatine û weha berdewam kir: "Hê du meh ji destpêkirina civîna Soçî re mane. Hîn ji me re vexwendname nehatiye. Heke em werin vexwendin em ê binirxînin. Hîn birayreke me tüneye lê em dikarin beşdar bibin. Hebûna Tirkiyê ya li Soçiyê ji bo me giring e. Tirkiye birayê me ye. Bi beşdarbûna me ya li Soçiyê, dibe ku çareseriyek derkeve holê."

    Bi heman mijarî:

    ASA: Em li pey fermandarên ereb ên di nav YPGê de ne
    ASA: Leşkerên Amerîkayê di kêliyên dawî de ji êrişa me xilas bûn
    Artêşa Tirkiye û ASA herêma Şehba û Efrînê dide ber top û hawanan
    Tirkiye û ASA amadekariya operasyona Tilrifetê dikin ku di destê YPGê de ye
    Artêşa Sûriye û ASA, li Himsê li hev kirin
    Rûsya şerê ASA û artêşa Sûriyeyê ya li nêzî El Babê rawestand
    Etîketan:
    beşdarbûn, biryar, civîn, Ahmed Osman, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de