22:24 17 Kanûn 2017
Zindî
    Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîhaîl Bogdanov

    Bogdanov: Şêwirdarîyên li ser beşdarîya kurdan di Kongreya Dîyaloga Neteweyî de didomin

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov ji Sputnikê re ragihand ku dîroka lidarxistina Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyeyê ji ber berdewamkirina guftûgoyên li ser beşdarîya kurdan hêj nehatîye dîyarkirin.

    Bagdanov destnîşan kir ku guftûgoyên li ser pirsa beşdarîya kurdan berdewam dikin. Piştî zirweya sêalî ya li Soçîyê talîmat hatine dayîn û şêwirdarî didomin.

    Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê bi înîsîyatîva serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn tê lidarxistin. Tê payîn ku di vê kongreyê de komîsyona destûrî bête sazkirin û encamname bête pejirandin. Ji bo beşdarîya di kongreyê de nûnerên hemû komên etnîkî, olî û mezhebî yên Sûrîyeyê, nûnerên hikûmetê û opozîsyona navxweyî û ya derve hatine vexwendin. Her weha nûnerên NY, Xaça Sor û Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê jî wek çavdêr hatine vexwendin.

    Berdevkê Kremlînê Dimîtrîy Peskov roja Pêncşemê ragihandibû ku Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûrîyeyê wê di demek nêzîk de bête lidarxistin. Peskov her weha ragihand ku di lutkeya Soçîyê ya roja 22ê Mijdarê ya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de beşdarbûna kurdan bo Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê hate axaftin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Me ji bo Kongreya Gelên Sûrîyeyê vexwendname wernegirtîye
    Peskov: Di lutkeyê de beşdariya Kurdan a Kongreya Dîyaloga Niştîmanîya Sûriyê hat axaftin
    Di lutkeya Soçîyê de biryareke dîrokî: Dê li Sûriyê Kongreya Dîyaloga Niştîmanî bicive
    Beşdarîya kurdan a di Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Suriyeyê de ne dîyar e
    Lavrov: Dê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî biryara dawî ya kongreya Sûriyeyê bidin
    Ji Kongreya Amerîkayê bo Trump: Dawiyê li tevgera milîsên şîe bîne
    Etîketan:
    Kongre, Kurd, Mîxaîl Bogdanov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de