22:14 17 Kanûn 2017
Zindî
    hêzên amerîkî Rojava

    Eksperê rûsî: Amerîka tenê bi saya kurdan dikare li Sûrîyeyê bimîne

    © REUTERS/ RODI SAID
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Akademîya Problemên Jeopolîtîk, doktorê zanistên leşkerî Konstantin Sivkov ragihand ku piştî têkçûna DAÎŞê ya li Sûrîyeyê, li wî welatî mayîna DYAyê tenê bi saya avakirina otonomîya kurd ve mimkun e.

    Konstantin Sivkov ji Sputnikê re ragihand ku piştî têkçûna DAÎŞê ya li Sûrîyeyê, li wî welatî mayîna DYAyê tenê bi saya avakirina otonomîya kurd ve mimkun e. Bêy vê bijareyê barêgehên amerîkî nikarin hebûna xwe biparêzin.

    Sivkov destnîşan kir ku bêy otonomîya kurd DYA nikare li Sûrîyeyê bimîne û wiha got: Eger DYA bixwaze li Sûrîyeyê bimîne gereke vê daxwaza xwe li ser bingeheke mafdar bi Şamê bide qebûlkirin. Li gor nêrîna min bêy naskirina otonomîya kurdan amerîkî nikarin mayîna xwe ya leşkerî li Sûrîyeyê mîsoger bikin. Ew jî tê wateya windabûna bawerîya Waşîngtonê ya li hember Enqereyê.

    Pozîsyona DYAyê li herêmê ji ber wê yekê lawaz e, ku planên wan li dijî berjewendîyên sê dewletên bi hêz ên wek Rûsya, Îran Tirkiyeyê ne. Tirkiye yek ji hevalbendê giring ê DYAyê li herêmê ye, ku pirsa kurd ji bo wê pirseke gelek hesas e.

     

    Îro Waşîngton li herêmê li hember sêbareya Moskow-Tehran-Enqereyê rû bi rû maye. Îran wê hertim li dijî hebûna amerîkî ya li herêmê têbikoşe. Eger otonomîya kurdan bête sazkirin, ew yek ji bo Tirkiyeyê ji mirinê jî xerabtir e. Ji ber ku ew yek li ser yekpareyîya Tirkiyeyê jî dibe metirsîyeke mezin.

    Bi heman mijarî:

    Slutskiy: Rûsya, Tirkiye û Îranê li dijî terorê koalîsyoneke têkoşîn a rastîn ava kir
    Sûriye: Em encama lutkeya Soçiyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin
    Peskov: Rûsya îtîrazên Tirkiyeyê yên Diyaloga Konseya Sûriyeyê dizane
    Rûsya: Di nêz de perava rojava ya çemê Firêt dê ji terorîstan were paqij kirin
    ‘Hevdîtina Soçiyê ya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê kêliyeke sembolîk e’
    Sererkanên Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser hevkariya Sûriyê axivîn
    Rûsya, ji bo restorasyonê modela 3D ya Palmîrayê da Şamê
    Etîketan:
    DYA, Sûriye, Kurd, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de