03:12 23 Nîsan 2018
    Dîwar - Rojava - sînor

    Pirsa kurd di civîna Soçîyê de hate çareserkirin

    © REUTERS/ Umit Bektaş
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 01

    Eksperên rûs Aleksandr Gûsev, Anton Mardasov, Franz Klîntsevîç û Gevorg Mîrzayan encamên civîna sêalî ya Vladîmîr Pûtîn, Hesen Ruhanî û Recep Tayîp Erdogan a li Soçîya Rûsyayê hatî lidarxistin ji Sputnikê re nirxandin.

    Xalên temasê

    Rêvebirê Enstîtûya Plansazîyên Stratejîk Aleksandr Gûsev ragihand ku di hevdîtina Soçîyê de ji lîderên hersê welatan re li hev hat ku ji bo çareserîya krîza Sûrîyeyê li ser gelek pirsên giring zemîneke hevbeş peyda bikin û got: "Elbet hevdîtina hersê lîderan bûyereke giring e. Pirsa herî giring a li ser hate li hevkirin ew e: Sûrîye dewleteke serwer, serbixwe û nedabeşbar e. Hersê lîderan her weha li ser wê yekê jî li hev kirin ku li Sûrîyeyê wê tu qadên bandore  tunebin. Pirsa kurd jî hatîye çareserkirin. Hersê alîyan li hev kir ku hêj wextê behskirina otonomîya kurdan nehatîye û dewleteke serbixwe ya kurd jî jixwe ne behsê mijarê ye. Ew pirs hem ji bo Ruhanî û hem jî ji bo Erdogan pirseke gelek giring e. Ji ber ku li Îran û Tirkiyeyê jimareke mezin a kurdan hey"e.

    Komkirina Kongreyê

    Cîgirê yekem ê serokê Komîteya Bergirî û Ewlekarîyê ya Konseya Federasyona Rûsyayê Franz Klîntsevîç giringîya civîna li Soçîyê destnîşan kir û wiha axivî:"Famdarîye ku berjewendîyên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li Sûrîyeyê li hinek waran de ji hev cuda dibin. Lê, dîsa jî bi tevî wan nakokîyan jî li ser perspektîva tevgerên hevbeş ên pêşerojê lihevkirin serkeftineke cidî ye".

    Klîntsevîç her weha destnîşan kir ku hêj demeke dirêj nakokîyên li Sûrîyeyê wê  parastî bimînin û got:"Di daxuyanîya hevbeş de jî tê famkirin ku hersê alî li ser wê yekê hemfikirin ku rîya yekane ya çareserîya problema Sûrîyeyê komkirina Kongreya Gelên Sûrîyeyê ye".

    Aramkirina hevalbendan

    Serokê Beşa Lêkolînên Konflîktên Rojhilata Navîn ya Enstîtûya Geşedana Înnovasyonî Anton Mardasov  tekez kir ku Moskow bi partnerên li Rojhilata navîn re ev civîn saz kir ku endîşeyên wan ên li ser Sûrîyeyê ji nave hilîne û wiha got:"Armanca civînê ne tenê rastandina seetan, lê her weha aramkirina hevalbendan bû. Tehran li dijî Kongreya Dîyaloga Neteweyî bû. Her weha Îran ji ber lihevkirinên di dema hevdîtina serokên Rûsya û DYAyê de gelek endîşedar bû. Di daxuyanîyên Vladîmîr Pûtîn û Donald Trump de dîyar bû ku derbarê ji Sûrîyeyê derxistina hêzên bîyanî de lihevkirin heye, ku mabest jî bi taybet Îran e. Tirkiye jî ji ber pirsa kurd bi tirs e. Tirkiye li alîyekê li Îdlîbê bi cih bûye, lê nikarî herêmeke tampon a wek li bakûrê Helebê ya di dema operasyona `Mertala Firatê de ava bike. Hêzên tirk li derdorê Efrînê bi cih bûne û armanca wan a sereke jî guşara li ser kurdan e û di çarçoveya heman stratejîyê de guşara li ser Tehrîr eş-Şamê ye".

    Li gor nêrîna eksper, Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ya ku tê plankirin li Soçîyê bête lidarxistin, wê alîkarîya çalakkirina formata guftûgoyên Cenevê bike, ku ew jî hewceyê vejandinê ye. Guftûgoyên li Cenevê di bin sîvana NY di navbera hikûmeta meşrû û nûnerên opozîsyonê yên Sûrîyeyê de têne derbazkirin.

    Îzolekirina kurdan

    Ji beşa Zanistên Sîyasî ya Zanîngeha Fînansê ya girêdayî Hikûmeta Federasyona Rûsyayê Doç. Dr. Gevorg Mîrzayan jî encamên hevdîtina li Soçîyê wisa nirxand:"Mixabin heta niha jî Tirkiyeyê ji xwe re rîya derketina ji xaçerîyê peyda nekirîye. Tirkiye federalîzekirina Sûrîyeyê dixwaze (ji bo lawazkirina rejîma Şamê û xurtkirina desthilatên herêmên xweser ên pro-tirk). Lê, di heman demê de li dijî wê yekê derdikeve ku federasyon herêmên kurdan jî bigire nav xwe. Di wê rewşê de cudakerîya etnîkî derdikeve hole û ew yek di Destûra Bingehîn a nû ya Sûrîyeyê de nikare bête tomarkirin. 

    Lê, Moskow ji bo guşara li ser Enqereyê lez nake û giringîya vê pirsê ya ji bo Tirkiyeyê dizane û her weha têdigihije ku ew pirs  ji bo berjewendîyên Moskowê  ne zêde giring e. Di wê rewşê de Pûtîn dikare `kerpîça problema kurd` bi buhayeke bilind bifiroşe. Bi wê yekê ve dikare ne tenê meşrûbûna Esad bi Erdogan bide qebûlkirin, lê her weha wê îkramîyeyên din jî yên ji bo Kremlînê sûdmend bi dest bixe. Ji bilî wê, kurd di wan demên dawîyê de di nav reftarên nebaş de ne: herêmên neftê yên li ber pozê artêşa Esad ên li rojhilatê Firatê bi dest dixin, bi DAÎşê re li hev dikin û anegorê talîmatên amerîkîyan tev digerin. Ji ber wan sedeman Kremlîn wê ne li dij be ku kurd ji bo demekê bêne îzolekirin û di bin tehdîda êrişên Tirkiyeyê de bimînin".

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Rûsya îtîrazên Tirkiyeyê yên Diyaloga Konseya Sûriyeyê dizane
    ‘Hevdîtina Soçiyê ya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê kêliyeke sembolîk e’
    Sererkanên Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser hevkariya Sûriyê axivîn
    Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser gavên ji bo bidawîanîna DAIŞ û El Nûsrayê li hev kir
    Karayilan: Divê Rûsya rê nede dewleta Tirk
    Rûsya: Beşdarbûna kurdan a kongreyê dê di civîna Rûsya, Tirkiye û Îranê de were nirxandin
    Etîketan:
    Encam, Zirwe, Soçî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de