13:49 18 Kanûn 2017
Zindî
    Nûnerê Taybet ê Serokatiya Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev

    Şandeya Rûsyayê di vekirina konferansa opozîsyona Sûriyeyê de beşdarî kir

    © AP Photo/ Sergey Grits
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şandeya Rûsyayê ya bi serokatîya Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Aleksandr Lavrentyev di vekirina konferansa opozîsyona Sûriyeyê ya li Rîyadê de beşdarî kir.

    Li dora 150 nûnerên kom û platformên cuda yên opozîsyona Sûriyeyê  di konferansa ku wê du rojan berdewam bike beşdarîyê dikin û tê payîn ku di encamê de şandeyeke hevbeş a opozîsyonê bête sazkirin û belgeya ji bo meşandina guftûgoyên bi nûnerên hikûmeta Sûrîyeyê yên li Cenevê yên roja 28ê Mijdarê bête pejirandin. Nûnerê taybet ê NY Stefan De Mîstûra jî di wê konferansê de beşdarîyê dike.

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di hevdîtina bi serokê Sûrîyeyê Beşar Esad ya roja Sêşema borî de ragihand ku nûnerê wî yê taybet Aleksandr Lavrentyev wê di konferansa opozîsyona Sûrîyeyê ya li Rîyadê tê lidarxistin de beşdarîyê bike.

    Civîna yekemîn a platformên cuda yên opozîsyona Sûrîyeyê di navbera rojên 21-22ê Tebaxê li Paytextê Erebistana Siûdî Rîyadê hatibû pêkanîn. Lê, nûnerên platformên cuda nikarîbûn li ser sazkirina şandeyeke hevbeş li hev bikin ji bo beşdarîkirina guftûgoyên di bin sîvana NY de têne derbazkirin û her weha nikarîbûn helwesteke hevbeş a ji bo çareserîya krîza Sûrîyeyê nîşan bidin.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Li Efrînê em ê berxwedaneke mezin nîşan bidin
    Sûriye: Hebûna Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê ne rewa ye
    Sûriye. Destpêka dawiyê ye?
    Kordînatorê ê dijbereya Sûriyeyê Riyad Hicab û çend endamên din îstîfa kirin
    Riyad Hicab: "Çareseriya krîza Sûriyeyê bi çûna Esad ve girêdayî ye"
    Muxalifên sûriyeyî ku Riyad piştgiriya wan dike agirbest erê kirin
    Etîketan:
    Opozîsyon, Konferans, Riyad, Sûriye, Riyad
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de