01:55 25 Hezîran 2018
Kurdistan - Kerkûk

Li ser civîna sibe ya civata parêzgeha Kerkûkê aliyên kurd xwedî helwestên cuda ne

© REUTERS / Ako Rasheed
Nûçe
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Piştî buyerên roja 16ê Cotmeha derbas buyî, bo yekem carê, biryare sibe roja sêşemê civata parêzgeha Kerkûkê civîna xwe li dar bixe. Lê heta niha aliyên ku dê beşdarî civatê bibin, li ser cihê civînê li hev nekirine.

Ehmed Eskerî serokê fraksiyona YNKê yê di civata parêzgehê de ji bo Sputnik Kurdistan axifî: "Biryare sibe civîna civata parêzgehê were lidarxistin û ew civîn wê li bajarê Kerkûkê be. Me hemû aliyan ji fraksiyona PDKê û aliyên din daxwazkirîye ku beşdariya civîna sibe biken.
Herweha Eskerî got: "Karnameya civînê taybet bi bahskirina rewşa niha ya Kerkûkê ye û çawaniya çareseriya pirsgirêkan e û biryar dana li ser çawaniya sazkirina civînên dahatî yên civatê ye.

Eskerî ew yek jî eşkerekir ku civîn wê basê çawaniya hilbijartina parêzgarê nu yê Kerkûkê bike ku piştî parêzgarê berê Necmedîn Kerîm yê ji YNKê ji posta wî hatyie dûr xistin.

PDK: HEKE CIVÎN LI KERKÛKÊ BE EM BEŞDAR NABIN

Ji aliyê hember Mihemed Kemal serokê fraksiyona PDKê di civata parêzgeha Kerkûkê de bo Sputnik Kurdistan ragihand ku: "Raste, biryare sibe yekem civîna civata parêzgeha Kerkûkê were lidarxistin. Lê eger civîn li bajarê Kerkûkê be, em wekî fraksiyona PDKê beşdariyê têde nakîn.

Kemal derbarê sedemên beşdarnebûna wan a vê civînê de aşkere kir ku: "Bi baweriya me Kerkûk niha hatiye dagîrkirin û ta ji destê hêzên Heşda Şabî û artêşa Iraqê dernekeve em beşdarî hîç civînekê li Kerkûkê nakîn."

Derbarê cihê ku ew dixazin civîn lê were sazkirin de Mihemed Kemal got: "Em dixazîn civîn li Hewlêrê be yan jî li cihekî Herêma Kurdistanê be. Em di jê hukmên orfî û leşkerî de beşdarî tu civîna nabîn ji ber ku li kerkûkê desthilat di destê aliyên siyasî de nîne di destê hêzên çekdar deye.
Serokê fraksiyona PDKê ew yek jî eşkere kir ku aliyên Turkmanî dixwazin serokê civata parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ji posta wî derbixin û kesekî Turkmanî li cihê wî danin.

 

Bi heman mijarî:

"Sê dewletan li ser statûya Kerkûk, Xurmatû û Tileferê li hev kiriye"
Parlamento îro bi mijara Kerkûk û êrişa Haşdî Şabî dicive
Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
Rûsya: Dibe şer û pevçûn li Kerkûk û derdora wê dewam bike
Etîketan:
fraksiyon, civîn, Mihmed Kemal, Ehmed Eskerî, Kerkûk, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de