17:39 18 Kanûn 2017
Zindî
    Baroya Amedê

    '45 zarok hatin kuştin, 2106 zarok hatin girtin'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Nûçe
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Baroya Amedê û 10 baroyên bajarên kurdan derbarê 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî dan û gotin, "Li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê zarokan tune tê hesabinadin. Zarok di bin wesayîtên zirxî de can didin. Di sala 2016an de ji ber îstîsmara li hemberî zarokan 15 hezar û 51 doz hatine vekirin. 45 zarok hatin kuştin, 2106 zarok jÎ hatin girtin"

    Îro 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye. Saziyên sivîl derbarê vê rojê rapor û nêrînên xwe eşkere kirin. Li gorî van rapor û nêrînan li Tirkiyeyê ji ber şerê heyî hêjmara zarokên hatine kuştin, koçberkirin û rastî îstîsmarê hatine qet bi qet zêde bû. Di 2016an de 45 zarok hatin kuştin, 40 zarok hatin birîndarkirin. Di 5 mehên ewil ên 2017an de 182 zarok rastî îstîsmarê hatin. Li welatên şer lê heyî 63 hezar û 300 zarok koçî welatên ewropa kirin.

    Zarokek û wesayita leşkerên - Amed
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Zarokek û wesayita leşkerên - Amed

    BAROYÊN HEREMÊ: LI TIRKIYEYÊ MAFÊ JIYANA ZAROKAN TUNE TÊ HESIBANDIN

    Baroya Amedê û 10 baroyên bajarên kurdan derbarê 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanîyek hevpar dan. Li ser navê baroya parêzer Umit Asye Demir daxuyanî xwend û balkişand ser peymanên navnetewî yên têkildarî mafên zarokan. Demir got "Li cihanê û Tirkiyeyê zarokbûn zor û zehmet e" û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê mafê jiyanê yê zarokan tune tê hesabinadin. Zarok di bin wesyîtên zirxî de can didin. Ji bo kiryar werin darizandin hewldanên me tev bêencam dimînin. Rayedarên dewletê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê hewl nadin. Bê cezekirin û ev feraset her roj diçe dibe sedema kuştina zarokan.

    'JI BER ÎSTÎSMARA ZAROKAN 15 HEZAR Û 51 DOZ HAT VEKIRIN'

    Demir ragihand ku îstismara li hember zarokan ji sedî 700 zêde buye û wiha got "Tenê di sala 2016an de ji ber îstismara li hember zarokan 15 hezar û 51 doz hat vekirin. Dîsa di sala 2016an de ji kesên ku di zewicin ji her sed kesî 18 jê zarokin. Di deh salan de hejmara zarokên ku hatine zewicandin 482 hezar û 908 e. Di navbera temenê 15 û 17an de 17 hezar û 789, di temenê 15an de 244 zarokan ducanî bun.

    'MILYONEK Û 170 HEZAR ZAROK BI DESTÊ DEWLETÊ TÊNE XEBITANDIN'

    Demir diyarkir ku hejmara zarokên ku dixebitin her roj diçe zêde dibe û wiha berdewam kir: "Li gorî qeydên SGKyê milyonek û 170 hezar zarok bi destê dewletê tên xebitandin. Di sala 2016an de 56 zarok di qezeyên kar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji kesên ku ji ber şerê Suriyeyê revîyane ji wan milyonek û 358 hezar û 904 kes zarok in. Ev hejmar jî tevlî bibe hejmara zarokên ku têne xebitandin zêdetir dibe.

    '2106 ZAROK DI GIRTÎGEHAN DE NE'

    Demir balkişand ser zarokên ku di girtîgehan de ne jî û wiha axivî: "Li gorî hejmarên fermî, di sala 2016an de 2 hezar û 106 zarok ji azadiyê mehrûm hatine hiştin û hatine girtin. Li gelek girtîgehan zarok rastî îşkenceyan û tehdeyiyan tên. Ji dêvla ku girtîgehên zarok werin girtin mixabin yên nû tên çêkirin û hejmara wan zêdetir dikin."

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Sewqiyeta çekan a Amerîkayê bo Kievê bi talûke ye'
    Lavrov: Li Antalyayê bi Iran û Tirkiyeyê re em li ser hemû mijaran axivîn, me li hev kir
    ‘Di 2050î de neqilkirina serî dê mimkûn be'
    Civîna wezîrên Tirkiye, Rûsya û Îranê li Antalyayê dest pê kir
    Heşda Şeibî hêzên xwe şûnde vedikişîne
    Etîketan:
    keoçberî, zarokên karker, îstîsmar, Zarok, girtin, kuştin, Baroya Amedê, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de