10:32 23 Nîsan 2018
    Feleknas Uca

    HDPê bersiv da gotinên Erdogan ku gotibû terorîst 15 zarok tînin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 20

    Parlementera HDPê ya Amedê Feleknas Uca di kursiyê parlementoya Tirkiyeyê de bersiv da daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ya ku gotibû, "Mehr bikin, bizewicin, zêde bibin. 15 zarokên terorîstan hene." Ev peyvên zayendî û nîjadperestî ne û tenê mafê min heye ku li ser bedena xwe biaxivim."

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag
    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Parlementera HDPê Feleknas Uca nêrîna Serokomarê tirk Erdogan a ku gotibû, "Bizewicin, zêde bibin şermezar kir û got: "Li vir ez hesasiyeta Misilmanan fam dikim. Herî kêm 5-10-15 zarokên wan hene. Ez wan gotinên wî yên zayendparêz û rêgezperest careke din şermezar dikim lewra bi tenê mafê min heye ku li ser bedena xwe biaxivim.

    ‘EZ LI HIZÛRA WE ERDOGAN VEDIXWÎNIM MIROVAHIYÊ'

    Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay jî bersiva gotinên Erdogan dabû û gotibû ku, "Ev yek îlankirina dijminatiya kurdan e. Vî welatî şahidiya rejîmeke wiha faşist jî kir, vî welatî gelek dîktator dît, lê heta niha tiştek wiha nehatibû gotin. Ez li hizûra we Erdogan vedixwînim mirovahiyê."

    Bi heman mijarî:

    Besam Mistefa : ‘Ez hewl didim ku ruhê berhema esasî bigihînim xwîneran
    Di festîvala sehafan de kitêbên kurdî balê dikşînin
    AKP: Divê hem Amerîka hem jî Esad li dadgeha sûcên şer werin darizandin
    DAIŞê bi wesayîta bombebarkirî êriş kir: 20 kuştî 30 kes jî birîndar bûn
    Lavrovî ji bo Libnanê daxuyaniyek da
    Etîketan:
    terorîst, zarok, HDP, Feleknas Uca, Recep Tayyip Erdogan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de