11:24 21 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan ji Pûtîn çi xwest û çi wergirt

    © Foto: AA/ Kayhan Özer
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 16030

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan serdana Rûsyayê kir û bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin pêk anî. Eksperê ji Akademîya Dîplomasîyê, Rêvebirê Navenda Lêkolînên Rojhilatnasîyê Vladîmîr Avatkov serdana Erdogan ji Sputnikê re şîrove kir.

    Li gor nêrîna Vladîmîr Avatkov, ji bilî pirsên di ware aborî û enerjîyê de, mijara sereke ya hevdîtinê geşedanên li Sûrîyeyê bûn. Avatkov destnîşan kir ku  berî hevdîtina bi Vladîmîr Pûtîn re, ji alîyê Erdogan ve lidarxistina civîna neplankirî ya bi serokwezîr Bînalî Yildirim, Sererkan Hulusî Akar û wezîrê karên derve Mevlut Çavûşoglû re ne tesaduf bû.

    Avatkov destnîşan kir ku yek ji mijarên sereke ya hevdîtinê, mudaxaleya gengaz û Tirkiyeyê ya li ser Efrînê bû û wiha got: “Erdogan gelek caran ragihand, ku  Tirkiye nikare li hember tehdîda ji Efrînê bêtevger bimîne û wê bi awayeke bi biryar tiştê pêwist bikin. Li gor nêrîna Enqereyê, kurdên Efrînê gereke yan bêne belavkirin û yan jî bi Şamê ve bêne girêdan”.

    Dmîtrî Avadkov dîyar kir ku Tirkiye tu bijareyên ji dîyaloga sîyasî re tevlêkirina kurdan qebûl nake û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Lê, helwesta Kremlînê cuda ye. Moskow dixwaze hemû alîyên konflîkta Sûrîyeyê yên ne terorist tev li dîyaloga sîyasî bike. Erdogan ji ber wê yekê hate Rûsyayê ku ji Moskowê daxwaz bike ku destûra operasyona leşkerî ya li ser Efrînê bidin. Anku, dixwaze ku leşkerên rûsî yên li Efrînê yên ewlekarîya kantonê garantî dikin, bêne derxistin.

    Her weha ji bo Erdogan ji bilî Efrînê, mijara din a herî giring li Sûrîyeyê parastina karîgerîya Tirkiyeyê ye. Berî serdana Soçîyê, Erdogan ji rojnamevanan re behsa hevdîtina Pûtîn û Trump a li Vîyetnamê kir û nerazîbûna xwe ya li ser encamên vê hevdîtinê dîyar kir.  Acizbûna Erdogan ne ji ber wê yekê bû ku encamên daxuyanîya li Vîyetnamê bêy Erdogan hatibû imzakirin. Tiştê herî zêde Erdogan aciz kir ew bu ku pêvajoya sîyasî ya çareserîya krîza Sûrîyeyê wê li Cenevê bête berdewamkirin.

    Erdogan bi awayeke cidî endîşedar dibe ku Cenev wê li dewsa Astanayê bigire. Tirkiye wisa dihesibîne ku krîza li Sûriyeyê berî hemûyan dewletên herêmî yên wek Tirkiye, Îran û Erebistana Siûdî  têkildar dike. Ji ber wê jî formata Astanayê bi dilê Erdogan bû. Lê, niha Erdogan wisa difikire ku Tirkiye ji pêvajoyê tê bidûrxistin. Ew jî ji bo Erdogan û tîma wî tişteke nayê qebûlkirin e. Erdogan gelek caran ragihand ku bi tu awayî wê yekê qebûl nakin ku dixwazin roleke piçûk a dewleta herêmî bidine Tirkiyeyê.  Erdogan xwest ji Moskowê garantîya berdewamkirina Astanayê bistîne. Lê, wisa dîyar e ku di wî warî de destvala vegerîya”.

    Vladimir Avatkov derbarê hevkarîya Rûsya û Tirkiyeyê de jî got ku “Kremlîn fam dike ku Tirkiye ne hevalbend, lê tenê hevalê rê yê demî ye. Hevalê rê yê wisa ye ne ji bo ku gelek dixwest li kompartimana rûsî siwar bibe, lê ji ber wê yekê ku bijareyeke din tune bû. Tirkiye xwedî arezûyên gelek mezin e, lê ji bo dabînkirina wan xwedî resûrsên pêwist ên sîyasî, aborî û leşkerî nine”.

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe Erdogan şerê kurd-tirkan bide destpêkirin'
    Pûtîn û Erdogan dê li Soçiyê bicivin
    Erdogan: PKK ne tenê PKKye
    Roja ku Erdogan biçe Rûsyayê dîyar bû
    Erdogan: Em ê Qendîl û Şingalê bi erdê re bikin yek
    Almanya: Tirkiye bi peşengiya Erdogan nikare têkeve Ewropayê
    Etîketan:
    Cenev, Astana, Sûriye, Efrîn, Pûtîn, Erdogan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de