15:56 21 Gulan 2018
    Yemen

    NY: Bi milyonan welatiyên Yemenê dikarin ji birçîbûnê bimirin

    © REUTERS / Mohamed al-Sayaghi
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cigîrê Sekreterê Giştî yê NY yê berpirsê karên humanîter Mark Loukok di civîna bi rojnamavanan re bal kişand li ser rewşa mirovî ya li Yemenê û got ku rewşa li wî welatî di asta karesatê de ye.

    Cigîrê Sekreterê Giştî yê NY yê berpirsê karên humanîter Mark Loukok di axaftina xwe de wisa got: `Li Yemenê birçîbûn destpê dike. Ev ne ji wê birçîbûnê ye ya ku di sala 2011an de  li Somalîyê jiyana 250 hezar kesan ji dest hilda. Ewê bibe xelaya  herî tirsnak li cîhanê û bi milyonan kes dikarin bibin qurbaniyên wê karesetê`.

    Serokê Navenda Huquqî ya Mafên Mirovan û Pêşveçûnê  Taha Abu Taleb ji  Sputnikê  re li ser heman mijarê wisa got: `Konflîkta li Yemenê ev sê salin berdewam dike û rewşa humanîtar her ku diçe xirabtir dibe. Di van demên dawîyê de, hevpeymaniya erebî hinardekirina alîkariya mirovî li Yemenê asteng dike û rêxistinên nevneteweyî jî nikarin ji ber wê astengîyê alîkarîyê bikin. Ev bû sedem ku krîza humanîtar hîn kûrtir bibe. Encama wê em li kolanan  dibînin: nirxê xwarin, berhemên ji neftê û berhemên pêwîst zêde  bilind bûne`. Li gor gotinên Taha Abu Taleb,  heta ku ji bo dabînkirina pêdivîyên nexweşxaneyan jî sotemenî têrê nake.

    Siyasetnasê Siûdî Mubarek El-Atî jî ji Sputnikê re diyar kiribû ku mixabin li NY bi awayekî dilsaxî agahiyên ji xusîyan,  hêzên Abdulla Saleh û serhildêran dipejirînin. Ji xwe ew bûne sedema krîza navborî. Di rastiyê de rewşa Yemenê ewqasî ne  bi karesat e. Hevpeymaniya erebî ne ji ber wê yekê sînor girîye ku welatiyên Yemenê ji alîkariya humanîtar bêpar bimînin, sedema wê, rêgirtina herika çekên ji Îranê ye.

    Bi heman mijarî:

    “Eger pêwîst be, Îran dê baregehên xwe li Yemen û Sûriyeyê damezirîne”
    YEMEN - Li paytextê êriş: 13 mirî 50 birîndar!
    Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin
    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Etîketan:
    Yemen, Erebistana Siûdî, Îran, Afrîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de