00:50 26 Nîsan 2018
    Suriye ordusu

    Generalê Sûrîyeyî: Hedefa me Reqa ye

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 03

    Generalê Sûriyeyî Haysam Hassun ji Sputnikê re ragihand ku artêşa Sûriyeyê wê li hember komên terorîst yên ku li ser axa welêt mane şer bike û amaje li bijareyên pêşerojê kir:"Ya yekemîn – rizgarkirina herêma Reqayê ye, ku Amerîka bi destê HSD ê dagir kirîye. Bijareya duyemîn jî rizgarkirina parêzgeha Îdlibê ye".

    Generalê Sûrîyeyê destnîşan kir ku hedefa ewil wê Reqa be û sedema wê jî wisa dîyar kir:"Artêşa Sûriyeyê wê li hember Reqayê opêrasyonê bide destpêkirin, ji ber ku ew nêzîkî wê herêmê ye ya ku hêzên leşekerî yên Sûriyeyê lê bi cih bûne. Bi wî awayî, pêwistî bi veguhestina  teknîka leşkerî û hêzê ji bo riya dûr namîne".

    Li gor nêrîna general, guhertinên ku demek berî niha li Îraqê pêk hatin wê bibin bingeha serkeftina opêrasyona Reqqayê. General Haysam Hassun axaftina xwe weha berdewam kir:"Êdî sînor û noxteyên kontrolê   ji alîyê Bexdayê ve têne kontrolkirin û ew jî tê wê wateyê ku hêzên  HSDê êdî nikarin bi hêsanî sînorê Sûriye û Îraqê derbaz bikin".

    Parlamenterê Sûriyeyî Walîd El-Zuubî jî ji Sputnîk re bi heman mijarê ve têkildar wisa got:"Mimkun e ku qonaxa din ya operasyona li dijî terorîzmê li parêzgeha Îdlibê destpê bike. Her çiqas Îdlib qada kêmkirina rageşiyê ye jî, li wê herêmê her dem pevçûn derdikevin. Ji hêla din ve,  ji ber ku parêzgeh nêzî sînorên Tirkiyeyê ye û tirkan bêdestûr hêzên xwe li wir bi cih kirine, rewş hîn dijwartir  bûye".

    Li gor nêrîna parlementer, piştî  Îdlibê, Sûriye di navbera çend mehan de  wê bi temamî ji terorsîtan bête rizgarkirin. Valîd El- Zuubî her weha destnîşan kir ku hikumeta Sûrîyeyê dixwaze qeyrana li welêt bi rîyên  siyasî ve bête çareserkirin û got:"Her gava ku artêşa Sûrîyeyê serkeftineke mezin li hember terorîstan bi dest dixe, konferanseke navneteweyî li ser rewşa Sûriyeyê tê lidarxistin".

    Bi heman mijarî:

    Bagdasarov: Reqa piştî rizgarkirinê wê ji kê re bimîne?
    Reqa tije mayin û xefkên bûbî ne
    ‘Dema Reqa di bin dorpêçiya koalîsyonê de bû milîtanên DAIŞê ji bajêr vediqetiyan'
    Ji Amerîkayê daxuyanîya Efrînê bo Tirkiyê: Mafê we heye, lê pêşî Reqa
    Li kanayên petrolê yên Dêra Zorê di navbera HSD û DAIŞê de şerê giran
    HSD: Em ê bajarê Reqqayê radestî Encûmena Sivîl bikin
    Etîketan:
    Idlîb, Reqa, Suriye, HSD, Suriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de