10:13 13 Kanûn 2017
Zindî
    Kerkûk

    Herêma Kurdistanê: Pêşeroj ne diyar e

    Sputnik
    Nûçe
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hewlêra ku di berê de ji ber krîza fînansî di nav rewşeke ne baş de bû, bi windakirina nefta Kerkûkê û her wiha ji alîyê Hikûmeta Iraqê û welatên cînar yên wek Tirkiye û Îranê ve sepandina mueyîdeyan kete di nav rewşeke aborî ya hîn xerabtir.

    Rafael Damînov

    Referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bû sedema krîza aborî li herêmê. Tevî qutkirina muçeyên  ji bo karmendên  herêmê, Bexdayê piştî lidarxistina operasyona leşkerî, kanayên petrolê yên parêzgeha Kerkûkê,  ku nîvê dahatîyên   eksporta giştî ya `zêrê reş` qezenc dikirin ji destê  Hewlêrê girt.  Ji bilî wê, bi sedan penaberên ku piştî hatina hêzên Îraqê û hêzên Haşdî Şabî li herêmên nakokîbar, cîh û warên xwe terkkirin û pirsgrêkên zêde ji hikumeta herêmê re peyda kirin.

    Petrol pêşanî ye

    Zêdetirî 20 salan e ku % 90  dahatîya Herêma Kurdistanê bi saya   îxracata petrolê tê pêkanîn. Berî vegerandina kanayên petrolê yên Kerkûkê  bin kontrola Bexdayê, Hikûmeta herêma Kurdistanê rezervên petrolê wek 45 milyar bermîl hesab dikir. Ji bilî `zêrê reş` li herêmê rezervên mezin yên gaza xwezayî jî hene, lê hîn bi awayekî cidî nehatine pêşxistin.  Li gor gotinên pisporê di warê enerjiyê de Govend Şîrvanî ji Zanîngeha Selehedînê ya Hewlêrê, `li herêma Kurdistanê rezervên  mîneralên din jî hene, lê belê deranîna wan ji bo hikûmeta herêmê ne pêşanîbû`.  Heta sala 2014an di navbera Hewlêr û hikumeta federal de lihevkirinek hebû ku  Bexda  para xwe ya petrolê (nêzîkî 300 hezar bermîl di rojê de) ya ji Herêma Kurdistanê tê hilberandin  bifiroşe. Ji berdêla wê, Hewlêr ji % 17yê tewaya bûtçeya Iraqê distand. Lê belê di sala 2014 de ketina nirxê petrolê, dahatîyên hikûmeta herêmê bi du caran ve kêm kir. Kêmbûna dahatîyan  ji Hewlêrê re pirsgirêkên cidî peyda kir.

    Kontrola Kerkûkê û windakirina wê

    Paradoks e, lê di heman demê de belavbuna komên terorîst yên DAÎŞ ê li Kerkûkê, hişt ku  bûdçeya herêmê xwe ragire. Piştî êrîşên radîkalan artêşa Îraqê pozîsiyonên xwe terk kirin. Bi hatina hêzên Pêşmerge terorsît ji herêmê hatin derxistin û kontrola parêzgeha bi petrolê ve dewlemend  û tevî wê herêmên nakok ketin bin kontrola hêzên Pêşmerge. Du kanayên petrolê yên herî gewre li Kerkûkê, Bey Hesen û Avana ku rojê 250  hezar bermîl ji wan dihatin hilberandin, raste rast ketin bin rêveberiya herêmê.

    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê
    © AFP 2017/ Marwan IBRAHIM

    Di encamê de, Herêma Kurdistanê di rojê de 600 hezar bermîl petrol hinarde dikir. Her ciqasî Bexdayê protesto dikir  jî, lê ji wê demê, herêma Kurdistanê bi serê xwe samanên destxistî  û yên aydê xwe bi riya xeta Tirkiye  Ceyhanê difirot.  Lidarxistina referanduma serxwebunê li Herêma Kurdistanê her tişt guherand. Hêzên federalî nakokiyên di navbera rêveberiya Kurdistanê bikar anîn û di navbera rojekê de bey şer  hemû kanayên petrolê  yên parêzgehê dagir kirin û tevî wê  bajarê Kerkûkê jî  kirin bin kontrola xwe. Cigîrê serokê Komîteya Enerjiyê û Samanên Siruştî  yê Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şaaban ji Sputnikê re got ku: `Piştî ku artêşa Îraqê û hêzên Haşdî Şabî hatin, me ji % 50  dahatîyên petrolê windakir`. Pisporê di warê petrolê de Govend Şîrvanî îda dike ku Herêma Kurdistanê di pêşerojê de dikare windahiyên petrolê yên ku ketine bin kontrola Hikumeta Îraqê, bi saya derxistina kanayên nû telafî bike.  Li Herêma Kurdistanê  bi hejmareke mezin kanayên neft û gazê hene yên ku hîn nehatine derxistin. Şîrvanî dibêje ku bi berdewamiya xebata şîrketên biyanî ku hejmara wan li herêmê îro digêhêje  nêzîkî 50 şîrketan ji 15 dewletên cîhanê, gengaz e  ku hejmara destnîşankirî ya yêdekên samanan  zêde bibe.

    Şîrketên petrolê û rexneyên Bexdayê

    Li Herêma Kurdistanê ji bilî şîrketên gewre yên Ewropayê û Bakurê Amerîkayê kompaniyayên Rûsyayê yên wek Gazprom Neft  û Rosneft xebatê dimeşînin. Roneft di meha Sibata  sala 2017 de,  bi hikumeta herêmê re rêkeftina hevkariyê di warê neft û gazê de îmze kiribû. Di nav de peymana kirîn û firotana petrolê ji sala 2017 heta 2019 hatibû îmzekirin. Di meha Îlonê de herdu aliyan li ser beşdarbuna şîrketê di projeya fînansekirina  avakirina xeta gazê li Kurdistanê li hev kiribûn. Ji alîyê Hewlêrê ve berfirehkirina hevkariya bi kompanîyayên biyanî yên petrolê re, Bexda pir aciz dikir. Paytexta Îraqê dihesibîne ku hemû rêkeftinên ku bey hikûmeta navendî hatine îmzekirin ne qanunî ne. Mînak, roja 30ê Cotmehê nûnerê wezareta petrolê ya Îraqê Asem Cîhad ji ajansa Sputnikê re diyar kir ku wezaretê ji Rosneftê daxwaza şîrovekirina pozîsyona wê derbarê kontraktên bi herêma Kurdistanê re kir.

    Lê belê, li gor gotinên parlamenterê kurd Dilşad Şaaban `Kontraktên bi Rosneftê re jî di nav de, hemû kontraktên ku Herêma Kurdistanê îmze kirine, li gor destura Îraqê û qanunên ku Parlamentoya Kurdistanê pejirandibû pêk hatine. Cigîrê Komîteya Enerjiyê û Samanên Siruştî yê Parlamentoya Kurdistana dibêje: `Pirsgrêk hemû di vir de ye, ku heta niha li Îraqê piştî pejirandina destûra  sala 2005an, zagona `petrol û gazê`  nehatiye derxistin. Parlamentoya herêma Kurdistanê ji alî xwe ve di sala 2007an de zagona №22 ya derbarê neft û gazê li ser bingeha destûra bingehîn ya Îraqê ku hemû navgînên îmzekirina kontraktan hildigire nav xwe de,  pejrandibû`. Şaaban ku yek ji endamên PDKê ye diyar kir ku `hemû spekulasyonên derbarê îmzekirina peymanên bi zagonî bi şîrketên biyanî re, polîtîzekirîne û ne xwedî bingehên  hiquqîne`.

    Bexda blokên Rosneftê radestê şîrketa Brîtanî BPê dike

    Serokê Komîteya Fînansekirin û Pirsên Aborî ya Parlamentoya herêma Kurdistanê Îzzet Sabir ê endamê YNK, dîyar kir ku meblaxa pakêta kontraktên di navbera Rosneft û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatî imzakirin li dora 3 milyar dolaran e. Li gor daneyên wî, beşeke  rêkeftinên  şîrketa gewre ya Rûsyayê di pêşerojê de dikare bi hikumeta navendî ya Îraqê re ji nûve bêne îmzekirin. Li gor agahiyên perlamenter, ji pênc blokên petrolê ku kompanîya Rûsya û Hewlêr rêkeftina parvekirina berheman  îmze kiribûn,  sê ji wan li herêma Kerkûkê ne û `ketine bin kontrola hikumeta federal`.  Piştî `vejandina serweriya`li perêzgehê, Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ew  rijd e tevî  şîrketa Brîtanî BP  dest bi deranîna çavkaniyên Kerkûkê bike. Li gor hizra Dilşad Şaaban, tevî wê, hem hikûmeta navendî û hem jî şîrketa brîtanî BP wê neçar bin bi Rosneft û hikumeta herêmê re hevkariyê bikin.  Parlamenter got: `Hikumeta Îraqê û BP nikarin dest bi xebatê bikin û nefta Kerkûkê bêy hevkariya bi Rosteft û hikûmata  Herêma Kurdistanê re ji Tirkiyeyê re hinarde bikin. Rosneft xwedîyê % 60  para xeta petrolê ya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber wê çendê BP mecbûr e bi Rosneftê re li ser deranîneke hevpar  li kanayên Kerkûkê û hinardekirina nefta ji bo bendera Tirkiyeyê Ceyhanê li hev bike `.

    Li gor gotinên Şaaban, bikaranîna xeta boriyê ya  kevin a Îraqê (di sala 1980 de hatiye avakirin) ji parêzgeha Kerkûkê û bi ser axa Musilê ve ber bi sînorê Tirkiyeyê ve  ne rêale, ji ber ku xeta neftê li hinek cihan ji alîyê terorîstên DAÎŞ ê ve hatiye rûxandin. Dilşad Şaaban li ser zêdekir û got: `Hikûmeta Herêmê biryar  girt ku deriyê sînorên Fîş Xabûr radestî hikûmeta federal neyê kirin, ev yekane nuxte ye ku jê  petrol ber bi Tikiyeyê ve dikare bête şandin`. Li gor nêrîna Govend Şîrvanî, şîrketa Rûsya di demeke krîtîk de ketîye bazara herêmê û ji bo wê  jî rîsk hene. Û tevî wê, di vê rewşê de gelek momentên erênî jî hene. Pispor diyarkir ku`Şîrketên gewre dikarin van rîskan derbaz bikin û bey rikeberî derbazî bazarê bibin`. Hinek ji wan projeyan (Rosneftê) berê wê ji kompanîyayên amerîkî re hatibûn pêşniyarkirin, lê ew dûdilî bûn û  ji ber wê ew bûn para kompanîya Rûsyayê. Peydabûna kompaniyayên Rûsyayê  ji alîyê hikumeta herêmê ve tê silavkirin, navê wan heye û di warê gaz û petrolê de xwedî ezmûn in. Şîrvanî hêvi dike ku berjewendiyên şîrketên rûsî yên li Herêma Kurdistanê û veberhênanên wan yên gewre dikarin bibin `beşeke destekkirina siyasî ya Moskowê ji  Hewlêrê û ji bo runiştandina wê ya stratejîk li herêmê`.

    Pêşeroj ne diyare

    Hewlêra ku di berê de ji ber krîza fînansî di nav rewşeke ne baş de bû, bi windakirina nefta Kerkûkê û her wiha ji alîyê Bexda û Hikûmeta Iraq û welatên cînar yên wek Tirkiye û Îranê ve sepandina mueyîdeyan kete di nav rewşeke aborî ya hîn xerabtir. Li gor daneyên serokê komîteya Fînans û Pirsên Aborî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Izet Sabir, dahatîyên mehane yên bûtçeyê ji 800î dakete 300 milyon dolaran.

    Izet Sabir bi bîr anî ku Bexda mûçeyan ji bo  karmendên herêmê venaqetîne û dahatîyên hundur têrê nakin ku miaşên fermanberan bêne dayîn. Parlamenter got: `Heta ku pirsgirêka leşkerî û siyasî neyê çareserkirin, pirsgirêka aborî jî  nayê safîkirin`. Li gor gotinên şêniyê Hewlêrê Ebdula Hesen, krîza aborî ya derve hîn tesîr li jiyana bajar û gundên Herêma Kurdistanê nekiriye. Tirkiye – hinardekara sereke yê berhemên ji bo herêmê ye, her çiqasî gef dixwar jî sînorên xwe negirtin,  ji ber wê çendê li dikanan  her tişt heye.  Ebdula tekez kir kû di navbera sê salên dawî de  miaşên xelkê nîv nîv didan û ew jî du mehan carekê. Û niha jî ji ber  rewşa îro,  dayîna miaşan bi temamî hatiye rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Hejmara kurdên ji Kerkûk û Xurmatûyê koçber bûn eşkere bû
    Berpirsê îranî: Nabe Kerkûk di destê dijminan de be
    NY di derbarê bûyerên li Kerkûk û Xurmatûyê de daxuyaniyek belav kir
    Rûsya: Dibe şer û pevçûn li Kerkûk û derdora wê dewam bike
    Kerkûk çawa hate kirîn?
    ‘Îro Kerkûk sibê hemû Kurdistan e'
    Nûnerê PDKê: Dibe Kerkûk ji nû ve were standin
    Etîketan:
    Kerkûk, Kurdistan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de